Çima çalakiyên HDPê zêde qelebalix nabin?

29-07-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP Çalakî Nobedariya Edalet û Wîjdanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji 25ê vê mehê Berdevkê HDPê Osman Baydemîr û Serokwekîlê Koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê Ahmet Yildirim jî di nav de 10 parlamenterên HDPê li Parka Ekîn Ceran a Amedê çalakiya “Nobedariya Edalet û Wîjdanê” li dar dixin.

 

Ger ev çalakî beriya ragihandina rewşa awarte bûya dê bi sed hezaran kes beşdarî vê çalakiyê bibûyana.

 

Deh parlamenterên HDPê ji 25ê Tîrmehê ve li navenda Amedê li Parka Ekîn Ceren bi navê Nobedariya Wîjdan û Edaletê çalakiyek girîng li dar dixin. Çalakiyek bi vî rengî beriya ragihandina rewşa awarte bûya dê bi sed hezaran hevniştiman beşdar bibûya. Piştgiriyeke bihêz di nav civakê de hebe jî xwe eşkera nake.

 

Serokê Firaksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Ahmet Yildirim ji Rûdawê re wiha got: “Yên ku digotin ku ´piştî girtîna Selahettîn Demîrtaş û hevalên wî êdî Amed bêdeng e, gel piştgiriya xwe wan kişandiye´ pûç û vala derketin. Îspat û delîla vê yekê çi bû. Referandûma 16ê Nîsanê bû. Amedê bi rêjeya ji sedan 75ê dengan got, ´na´. Bila kes hesabê şaş neke. Bila ti kes bi vî awayî  faşîzmê rewa neke. Ew roj dê were Amed dakeve kolanan. Gava ku Amed daket kolanan dê ev dagirkerana li kolanan nebin, dê li Amedê jî nebin, li tevahiya Kurdistanê jî nebin.”

 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Mîrî (KESK) jî diyar dike sedema bingehîn a ku xwepêşandan û çalakiyên mezin nayên lidarxistin nîgeranî û fikara îxrac û bêkariyê ye. 

 

Berdevkê Şaxê KESKê yê Amedê Sîrac Çelîk jî got: “Di serdema rewşa awarte de bi KHKyan karmendan ji kar diavêjin. Gel ji vê yekê ditirse. Bi kedkarên wekî me re jî ev tirs heye. Di nava kedkaran de jî tirs û fikar heye. Kedkar û karmend dibêjin ku ´dema ez ji kar bêm avêtin, ez ê çi bikim´. Sedema din jî qedexeyên rewşa awarte ye. Li gor KHKyên rewşa awarte OHALê îcaze nayê dayîn ku em çalakiyan li dar bixin.”

 

Li gor piraniya hevniştimanên Kurdistanê jî sedema serekî ya bêdengiyê rewşa awarte û kiryarên wê ne.

 

Hemwelatiyê bi navê Adem Bayrak jî anî ziman: “Tirsa herkesî rewşa awarte OHAL e. Hinekan digirin 2-3 meh di binçavan de dimînin. Hinek tên kuştin.”

 

Welatiyê bi navê Ferît Arslan jî diyar kir: “Ji ber rewşa awarte nahêlin gel ji bo tiştek bicive.”

 

Alî Altan ê xelkê Amedê jî got:“Yên ku bangê li gel dikin û gel li pey wan naçe bila hinek xwe bifikirin.”

 

Li Bakurê Kurdistanê li beramberê bûyer û rûdanên siyasî herçend ta astekî bêdengiyê konê xwe vegirtibe jî di nav civakê de şîp û xumexumeke mezin a nerazîtiyê jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst