RAPIRSÎ - Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Asal Rapirsî Tirkiye Pirsgirêk Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna ASALê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin a welatiyan aborî û debar e.

Lê ji bo çareseriyê baweriya xelkê bi partiyên heyî nîne.

Lêkolîna ASALê encamên rapirsiya meha Adara 2026an a “Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?” eşkere kirin.

Pirsgirêka sereke aborî ye

Di rapirsiyê de ji welatiyan pirsên “Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?” û “Kîjan partî dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?” hatin pirsîn.

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 58,2yê welatiyan gotiye ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê aborî û bihabûna jiyanê ye.

Rêjeya pirsgirêkên din jî bi vî awayî ye:

Edalet/Sîstema Hiqûqê: Ji sedî 8,5

Bêkarî: Ji sedî 6

Ewlehî: Ji sedî 4,8

Perwerde: Ji sedî 3,2

Teror: Ji sedî 2,7

Meaşê herî kêm û meaşê malnişînan: Ji sedî 2,5

Baweriya xelkê bi partiyan nemaye

Her wiha ji welatiyan pirsa “Kîjan partî dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?” hatiye pirsîn.

Ji sedî 37ê welatiyan gotiye ku ti partî nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike.

Rêjeya baweriya bi partiyan wiha ye:

AK Partî: Ji sedî 22,2

CHP: Ji sedî 19,5

DEM Partî: Ji sedî 3,6

MHP: Ji sedî 3,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 2,4

Partiya Zaferê: Ji sedî 1,9

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst