Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê 11 partiyên siyasî yên ku DBP, DEM Partî, TÎP û EMEP jî di nav de ne ragihand ku qonaxeke nû di pêvajoya çareseriyê de dest pê kiriye û bangî hikûmetê kir ku "gavên berbiçav" biavêje.
Partiyan xwest ku dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn û girtiyên siyasî werin berdan.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Partiya Şoreşger, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Çepa Kesk daxuyaniyeke hevbeş weşand.
"Qonaxa niyetên baş li pey ma"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew pêvajoya ku zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê didome gihîştiye qonaxeke nû.
Hat tekezkirin ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bidome divê desthilata siyasî berpirsyariyê bigire ser xwe.
Partiyên navborî got, "Di atmosfereke ku çek bêdeng bûne û li zemînên diyalogê tê geriyan de, desthilat xwe ji avêtina gavên aştî û demokrasiyê vedigire û pêvajoyê tenê di nava meseleyeke ewlehiyê de asê dike."
Hat diyarkirin ku pêvajo êdî tenê bi "gotinên niyetên baş" nikare bidome.
Her wiha hat destnîşankirin ku xebatên komîteyê temam bûne û ji bo avêtina gavên berbiçav ti astengî nemane.
Lîsteya daxwazên lezgîn ên ji 5 xalan pêk tê
Di daxuyaniya ku ji aliyê 11 partiyên siyasî ve hatiye amadekirin de, gavên lezgîn ên ku divê ji bo demokratîkbûn û aştiyê bên avêtin wiha hatin rêzkirin:
"Beriya her tiştî divê bêyî ku pêwîstî bi rêkxistineke yasayî hebe, dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn.
Hevşaredarên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin lê ji kar hatine dûrxistin, divê vegerin ser postên xwe.
Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên ku li gorî destûrê pêbend in bên bicihanîn.
Biryarên derbarê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay, Osman Kavala û Tayfun Kahraman divê bi lez werin pêkanîn.
Şert û mercên girtî û hikûmxwaran divê bêyî bendewariya guhertinên nû yên yasayî, di çarçoveya yasayên heyî de bi lez bên başkirin.
Divê operasyonên darazê yên li dijî partiyên mixalefetê bi dawî bibin. Divê gefa girtina partiyan yan jî tayînkirina qeyûman ji rojevê were derxistin.
Ji bo ku rêkxistinên yasayî yên aştiyane û demokratîk bên kirin, divê xebatên Parlamentoyê werin lezkirin.
Bi rêkxistinên hiqûqa veguhêz û yasayên entegrasyona demokratîk re, divê astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê bêyî ti hincetan werin rakirin."
"Divê aştî civakî bibe"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demeke wiha de ku pevçûnên herêmî û êrişên emperyalîst ên li ser asta cîhanê zêde bûne, pêkanîna aştiyê ji her demê girîngtir e.
Di dawiya daxuyaniyê de, bangî hemû beşên civakê hat kirin ku ji bo mayîndekirina aştiyê têkoşîneke hevbeş bimeşînin û wiha hat gotin:
"Pêvajo nikare tenê ji helwesta bipaşdexistinê û dudiliya desthilata siyasî re were hiştin.
Ji bo ku aştî bibe civakî, pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû beşên mixalefeta demokratîk însiyatîfê wergirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse