Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku mûşekekî balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada asmanî ya Tirkiyeyeyê hatiye xistin.
Di daxuyaniya wezaretê de wisa hate gotin:
"Mûşekekî balîstîk a ku hate tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyeyeyê, ji aliyê pergalên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye xistin."
Divê were gotin ku heta niha 3 mûşekên balîstîk ên Îranê ketibûn sînorên asmanî yên Tirkiyeyê û ew ji aliyê sîstemên parastina asmanî yên NATOyê ve hatibûn xistin.
Wezareta Parastinê Tirkiyeyê di berdewamiyê jî de got:
"Li hemberî her cure gefên li ser ax û qada asmanî ya welatê me, hemû tedbîrên pêwîst bi biryardarî û bêyî dudilî tên standin.
Hemû pêşhatên li herêmê bi giringîdana li ser asayîşa me ya niştimanî ji nêzîk ve tên şopandin."
Berpirsên Îranî diyar dikin ku wan êrişî xaka Tirkiyeyê nekiriye û ew amade ne li ser wan êrişan li gel Tirkiyeyê lîjneyeke lêkolînê pêk bînin.
Herî dawî Rêberê nû yê Komara îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî diyar kiribû hin alî dixwazin di navbera wan û Tirkiyeyê de fitneyê derxin û wan bi ti awayî êrişî Tirkiyeyê nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse