Ozgur Ozel êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Nêçîrvan Barzanî CHP Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel nameyek ji Serokê Herêman Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.

 Li gorî nûçeya ANKAyê Serokê CHPyê ji ber êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî nameyeke "serxweşiyê" jê re şand.

Ozgur Ozel di nameya xwe de wiha got: "Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim. Ewilî ji bo we, ji bo malbata we ya birêz û ji bo gelê Herêma Kurdistanê ya Îraqê daxwaza silametiyê dikim."

Serokê CHPyê Ozel her wiha bal kişand ser aramiya herêmê û got: "Eşkere ye ku armanca êrişên wilo aramiya herêmê ye.

Ez hêvî dikim ku rûdanên bi vî rengî ducare nebin û li herêma me di demeke herî nêzîk de ewlehî, aramî û îstîkrar pêk were."

28ê Adarê li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin û yek ji wan dronan li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ket.

Ev êriş li ser asta navxwe û cîhanê rastî nerazîbûneke tund hat.

Nêçîrvan Barzanî di bultena Rûdawê de ragihandibû ku ev êriş pêşhateke metirsîdar e ji bo hemû Îraq û bangî hikûmeta federal kiribû ku li dijî milîsên deryasayî gavan biavêje.

Li gorî zanyariyên rojane yên Rûdawê, ji destpêkirina êrişan ve heta îro, bi zêdetirî 500 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst