Civîna krîtîk a Erdogan û Bahçelî: Pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Enqereyê civîneke krîtîk pêk anî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê hevpeymanê xwe Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî pêşwazî kir.

Piştî pêşwaziya fermî Erdogan û Bahçelî civiyan û civîn nêzîkî 50 xulekan, ji medyayê re girtî hat kirin.

Heta niha li ser naveroka wê ti agahî nehatine belavkirin.

Pêvajoya çareseriyê di rojevê de bû

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê MHPyê 21ê Kanûna Paşîn jî li Koşka Serokkomariyê nêzîkî saetekê civiyabûn.

Di wê civînê de Bahçelî û Erdogan li ser Pêvajoya çareseriyê, pêşhatên di vî warî de û rewşa dawî ya pêvajoyê axivîbûn.

Her wiha pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û herêmê jî ji mijarên sereke yên civînê bûn.

Ev civîna nû ya krîtîk di demekê de ye ku çend hefte ne dilgiranî zêde dibin.

Sedema vê yekê jî neavêtina gavên yasayî yên di pêvajoya çareseriyê de ye ku 18 mehan li pey xwe dihêle.

Di nav siyaset û raya giştî de li ser rawestan û xitimîna pêvajoyê nîqaş hene.

Erdogan: Pêvajo wekî pêwîst bi pêş dikeve

Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê di civîna koma partiya xwe de ragihand ku pêvajo wekî pêwîst bi pêş dikeve û ti pirsgirêk nînin û got:

"Hinek aliyên diyar demên dawî li ser pêvajoyê gotinên nerast belav dikin û ez îro careke din dibêjim em guh nadin wan.

Ew kesên ku li ser pêvajoyê senaryoyên reşbîn dinivîsînin, ne li ser rastiyan, bi hişê xwe tevdigerin."

Karayilan: Pêvajo hatiye rawestandin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan ragihand ku ev mehek e li gel Abdullah Ocalan hevdîtin nehatine kirin û “pêvajo ji aliyê desthilatê ve hate rawestandin.”

Karayilan her wiha diyar kir ku biryar bû meha Nîsanê gavên yasayî werin avêtin lê desthilatê hîn jî ew gav neavêtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst