Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Paşerojê Kanî Torun li ser pêvajoya çareseriyê hişyarî da.
Kanî Torun got, “Di demekê de ku em ew qas nêzîkî çareserkirina vê pirsgirêka kronîk bûne û hemû alî ew qas amade ne, eger ev pêvajo têk biçe dê desthilat di bin de bimîne.”
Parlamenterê Partiya Paşerojê Kanî Torun di civîna Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
"Berpirs desthilat bi xwe ye"
Torun rexne li sistiya pêvajoyê û neavêtina gavan girt û got:
“Binêrin, her roj nûçeyên li ser rawestan, astengî û enfektebûna pêvajoyê tên belavkirin.
Bila kes li qisûrê nenêre, berpirsê derketina van nûçeyan û sistbûna pêvajoyê desthilat bi xwe ye.”
Kanî Torun li ser egera têkçûna pêvajoyê hişyarî da û diyar kir ku eger pêvajo têk biçe dê desthilat di bin wê de bimîne.
"Bila girtiyên siyasî azad bibin"
Parlamenterê Partiya Paşerojê ragihand ku ji bo bêbaweriya li ser pêvajoyê di nav civakê de nemîne, divê demildest ew gav bên avêtin ku pêvajoyê bilez dikin.
Torun da zanîn ku ev yek jî erkê desthilatê ye.
Kanî Torun bangî desthilatê kir ku di serî de Selahattîn Demîrtaş, hemû girtiyên siyasî azad bike.
Torun destnîşan kir ku ev gav dê baweriya civakê ya bi pêvajoyê xurttir bike.
Nîqaşên xitimîna pêvajoyê
Pêvajoya çareseriyê 18 meh li pey xwe hiştin.
Tevî ku rapora Komîsyonê zêdetirî 2 mehan e li ber destê Parlamentoyê ye jî hîn di çarçoveya wê de ti gav nehatine avêtin.
Ji ber neavêtina gavan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser xitimîn û rawestana pêvajoyê dest pê kiriye.
Serokkomarê Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de ev îdia red kirin û got ku pêvajo wekî pêwîst bi pêş ve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse