DEM Partiyê namzedê xwe yê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir

30-05-2025
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar DEM Partî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê Cengîz Çandar e.

(DEM Partî dê bi namzedê xwe tevlî hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bibe.

MAyê da zanîn ku namzedê DEM Partiyê Cengîz Çandar e.

Tê çaverêkirin ku navê Çandar îro saet 14:45an pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin.

Hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê

Pêvajoya hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê 28ê Gulanê dest pê kir.

Di pênc rojên yekem ên pêvajoya hilbijartinê de dê serlêdan werin standin.

Di pênc rojên duyem de hilbijartin dê werin kirin.

Serok dê 3yê Hezîranê bi dengdana bi dizî were hilbijartin.

Di gera yekem û duyem de 400 deng ên ku duparên hejmara endaman e divê werin standin û di gera sêyem de jî piraniya ku 301 deng in pêwîst e.

Heger di dengdana sêyem de piranî neyê bidestxistin, ji bo du namzedên ku dengên herî zêde standine gera çaran dê were kirin.

Di gera çaran de namzedê ku dengên herî zêde bistîne dê bibe serok.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, namzedê AK Partî û MHPyê dê Numan Kurtuluş be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst