Hewlêr (Rûdaw) – Li her du parêzgehên Edene û Kayserî yên Tirkiyê erdhej çêbûn.
Resedxaneya Kandillî ya ser bi Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê ve ragihandiye, îro di demjimêr 07:12an de erdhejekê navçeyeke parêzgeha Edeneyê hejandiye.
Li gor wê resedxaneyê, navenda erdhejê li navçeya Tufanbeylî ya Edenê û hêza wê jî 3.7 pileyê rîxter bûye.
Herwiha hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 6.7 kîlometriya erdê de jî çêbûye.
Li aliyekî din Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro Înê 30ê Hezîranê erdhejekê parêzgeha Kayseriyê hejandiye.
Li gor AFADê, erdhej îro di demjimêr 07:12an de li navçeya Sarîz a Kayseriyê çêbûye.
AFADê daye xuyakirin ku hêza erdhejê 3.6 pileyê rîxter bûye û di kûrahiya 6.1 kîlometriya bin erdê de çêbûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse