Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê yek ji mijara gerim bilindbûna bihayê kelûpelan e. Hikumeta Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê jî dibêjin sedema giraniyê market in.
Hikumetê biryar daye ku pişkînîn û çavdêriya marketan zêdetir bike û bi vê armancê tîmên çavdêriyê hatine avakirin. Lê xelkê Tirkiyê bawer nake ku sedem market bin.
Ahmet Mehsertî, Karker, dibêje, “Hikumet jî berpirsiyarê vê rewşê ye. bo nimune cotkar berhemê xwe bi erzanî dide hikumetê lê hikumet wî berhemî bi girantir difiroşe. Li aliyê din market jî derfeta xwe dibînin û bihayê kelûpelan li ser xelkî giran dikin.”
Bilindbûna bihayê kelûpelan dibe sedema nerazîbûna xelkê. Li Tirkiyê li gorî amarên fermî bihayê xwarinê ji % 29 bilind bûye.
Yunus Şendîllî, Şofêrê Teksiyê, dibêje, “Eger behsa mûzê bikin bo nimune muz li Tirkiyê berhem tê û bihayê wê 14 lîre 90 qurîş e. tevî ku berhemekî xwemalîye jî bihayê wê evqas e. pêwîste bihayê muzê 3-4 herî zêde 7 lîre be. Çima wisa dibe ji ber ku hindek dest ji xwe re bazirganiyê pê dikin.”
Sacîde Altun, Xanenişîn, dibêje, “Her tişt li ber çava ye kurê min. Here li marketan binêre çi tiştekî ji 10-12 lîreyan kêmtir nîne. Hê jî şermê nakin û serê xelkê girê didin û xelkî dixapînin. Lê em her tiştî dibînin. êdî nikarin me bixapînin.”
Yek ji sedemên bilindbûna bihayan enflasyon e. Enflasyon li Tirkiyê bûye ji %19.25. Xelk hikumetê weke berpirsiyarê sereke yê rewşa heyî dibîne.
Ahmet Mehsertî, Karker, dibêje, “Market rewşê ji xwe re dikin derfet. Hikumet lazim e vê bibîne û marketan kontrol bike. tîmên peywendîdar pêwîste market market bigerin û yên ku tişta giran dikin bêne ceza kirin. xelk ne berpirsê vê rewşê ne.”
Yunus Şendîllî, Şofêrê Teksiyê, dibêje, “Li Tirkiyê çi meseleyek çareser nabe. dê çawa çareser bibe ? serokomar Erdogan got em ê koperatîfan ava bikin û êdî bila bazirgan nemînin. Ez çûme koperatîfê kiloya bacanan 6 lîre bû. ma çareserî ev ? ka dê wisa çawa çareser bibe ?
Sacîde Altun, Xanenişîn, dibêje, “Eger kesên weke mirovan bibin desthilat dê mesele çareser bibe. yan na dê rewşa Tirkiyê xirabtir bibe. berê em bi 40 lîreyan diçûn bazarê; me pêdîviyên xwe yên malê dikirîn û ji bo hefteyekê têra xwe tişt dikirîn û me ser de cotekî gora jî dikirî. Lê niha 40 lîreyan ka çi pê tê kirîn. Her tişt xirabtir bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse