STENBOL - Galaya fîlma 'Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin' hat lidarxistin

30-09-2025
Omer Sonmez
Pervîn Buldan Kurtuluş Baştimar\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Pervîn Buldan Kurtuluş Baştimar\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin Pervîn Buldan Kurtuluş Baştimar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê fîlma derhêner Kurtuluş Baştimar a bi navê "Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin", bi beşdariyeke girseyî li Sînemaya Kadikoyê hat lidarxistin.

Fîlma ku behsa bûyerên salên 90î yên li Bakurê Kurdistanê dike, ji aliyê temaşevanan ve ji ber naveroka xwe gelek pesn wergirt lê ji ber kêmasiya bikaranîna zimanê Kurdî rastî rexneyan hat.

Piştî galaya Amedê, duyemîn gala şeva 29ê Îlonê li Stenbolê hat lidarxistin. Eleqe û beşdariya ji bo fîlmê gelekî zêde bû.

Di nav beşdaran de Dayikên Aştiyê, endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan û gelek nivîskar, rojnameger û siyasetmedarên Kurd amade bûn.

Fîlm li ser paşxaneya salên 90î, behsa çîrokên kuştinên kiryarnediyar, valakirina gundan û qedexeyên li bajarên Kurdan dike.

Kişandina fîlmê di sala 2024an de li Wanê di bin şert û mercên dijwar ên zivistanê de pêk hatibû.

Derhêner: Ev fîlm hawara aştiyê ye

Derhênerê fîlmê Kurtuluş Baştimar diyar kir ku armanca fîlmê şahidîkirina ji bo pêvajoya aştiyê ye û got:

"Ev fîlm hawara aştiyê ye, dengek e ku ji bo aştiyê olan dide. Me ev fîlm li ser rastiyên ku li herêma me qewimîne çêkir.

Di heyameke ku behsa aştî, biratî û jiyana demokratîk tê kirin de, nîşandana vê fîlmê ji bo pêvajoya aştiyê şahidiya sînemayê ye."

Lîstikvana sereke ya fîlmê Ruken Demirtaş jî hestên xwe wiha anî zimên:

"Ji bo ku ez di vî fîlmî de cih digirim, bi rastî gelekî kêfxweş im. Helbet ez gelek hestiyar im jî. Me di fîlmê de behsa tiştên rastîn, tiştên ku hatine veşartin kir. Ez dixwazim ku her kes vê fîlmê temaşe bike."

Buldan: Min perçeyên jiyana xwe tê de dîtin

Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldanê piştî temaşekirina fîlmê got, "Fîlmekî pir xweş e, min gelek jê hez kir.

Keda derhêner û lîstikvanan sax be. Bi rastî jî em bi vê fîlmê çûn salên 90î.

Ya rast, min di fîlmê de xwe jî dît, min perçeyên jiyana xwe tê de dîtin."

Dayikeke Aştiyê jî got, "Fîlm behsa zilmên ku hatiye serê Kurdan dike. Fîlm tiştekî pir baş e. Em tim fîlmên wiha dixwazin."

Rexneya kêmasiya zimanê Kurdî

Ligel ku derhêner, lîstikvan û cografyaya fîlmê Kurdî ye jî, fîlm bi piranî bi zimanê Tirkî hatiye kişandin û diyalogên bi Kurdî tê de pir kêm in. Ev yek ji aliyê hin temaşevanan ve hat rexnekirin.

Temaşevana bi navê Hîva Algemê got, "Fîlm bi Kurdî ba xweş dibû. Gelek ked dane. Dema mirov behsa bûyer û herêmekê bike û bi zimanê wê neaxive, ew tişt kêm dimîne, peyama wê nagihîje."

Lê temaşevanên din bal kişandin ser bandora fîlmê. Veysi Dogan got, "Bi rastî kedeke pir zêde dane fîlmê.

Em car caran digiriyan, car caran jî em difikirîn. Fîlm behsa heqîqeta herêma me dike."

Piştî nîşandana fîlmê, derhêner Kurtuluş Baştimar û lîstikvan Ruken Demirtaş derketin ser dikê û bersiva pirsên temaşevanan da.

Fîlma "Ji Bilî Çiyayan Şahid Nînin" dê ji 3yê Çiriya Pêşîn ve li sînemayên Tirkiyeyê bikeve vîzyonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst