Hatîmogullari: Li Îmraliyê avahî hatiye çêkirin lê ya giring statuya Ocalan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullarî DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştrast kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan avahiyeke nû hatiye avakirin.

Hatîmogullariyê destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke ne tenê guherîna cihê fîzîkî ye lê divê statuya Ocalan wekî "serokê danûstandinan" di çarçoveyeke yasayî û hiqûqî de were naskirin.

Tulay Hatîmogullariyê îro piştî civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê, bersiva pirsên rojnamegeran da.

Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku her çi qas xanî hatibe çêkirin jî, Abdullah Ocalan hîn derbasî wê derê nebûye.

"Mesele ne barkirina ji xaniyekî bo yekî din e"

Hatîmogullariyê bal kişand ser wateya siyasî ya vê pêngavê û got:

“Ma mesele tenê barkirina ji xaniyekî bo xaniyekî din e? Divê em binê meseleya sereke bi awayekî zelal xêz bikin.

Meseleya li vir, pênasekirina statuya Ocalan a wekî serokê dan û standinanê ye. Her kes dizane ku Birêz Ocalan van dan û standinan birêve dibe.

Wergerandina vê pêvajoyê bo formeke fermî û hiqûqî, xala me ya herî pêşîn e.”

Hevseroka DEM Partiyê her wiha tekez kir ku divê rêya diyalogê were vekirin û wiha domand:

“Divê Birêz Ocalan rasterast bi rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên li Tirkiyeyê re bikeve nav pêwendiyê.

Dabînkirina hêsankariyên siyasî û teknîkî ji bo vî karî qonaxeke pir giring e.”

Piştgiriya ji bo bangawaziya Bahçelî

Tulay Hatîmogullariyê daxuyaniya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ku gotibû "divê gavên yasayî bi lez werin avêtin" wekî helwesteke rast nirxand.

Tulayê bal kişand ser pêşhatên li Îranê û rewşa herêmê jî û got:

“Bilezkirina pêvajoyê êdî neçarî ye. Tenê bi vî awayî em dikarin rê li ber provokasyonên navxwe û derve bigirin da ku pêvajo neyê sabotekirin.”

"Divê yasa di nava demjimêran de were derxistin"

Hatîmogullariyê rexne li hikûmetê girtin ku hîn reşnivîsa "yasaya çarçove" ya pêvajoyê pêşkêşî parlamentoyê nekiriye.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê anî zimên ku hikûmetê soz dabû ku piştî cejnê gavan biavêje lê heta niha tiştek diyar nîne.

Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got, “Li gorî me, jixwe gelek dereng mane.

Em ji bo vê yasayê dibêjin divê êdî di nava demjimêran de were derxistin. Êdî ne bi rojan, divê di nava demjimêran de lez were kirin û yasa bikeve meriyetê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst