Mihemed Welîdê Kêkfiroş û çend Fîçerên din di çavê Rûdawê de

29 August 2025
Mihemed Welîdê Kêkfiroş û çend Fîçerên din di çavê Rûdawê de

Xewna Mihemed Welîdê nivîşkan ew e ku bibe endazyar
Li taxên qerebalix ên Mûsilê, Mihemed Welîdê 13 salî çîroka vîn û berxwedanê dinivîse. Jiyana wî di navbera du cîhanên cuda de dabeş bûye; sibehan xwendekarê pola şeşem a seretayî ye û piştî nîvro li ser tepsiyekê, debara malbata xwe hildigire û sewikan difiroşe. Ev berpirsiyariya giran piştî wê karesatê tê ku di şerê Mûsilê de bavê wî ji ber mûşekekê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed, rojane diçe navçeya Dewaseyê ji bo firotina sewikan. Ew birayê mezin ê çar zarokên din e û bi hev re hewl didin kirêya mehane ya mala xwe peyda bikin ku 150 hezar dînar e.
Mihemed dibêje: "Carinan ez tenê ji bo peydakirina kirêya malê kar dikim." Barê wî ne tenê hejarî ye, lê pirsgirêkek wî ya tenduristiyê jî heye ku ji dema jidayikbûnê ve pê re ye. Bijîşkan jê re gotiye ku pêwîstiya wî bi nêzîkî şeş emeliyatan heye da ku bikaribe bi awayekî asayî bimeşe, lê lêçûna wê ji derfeta wî ya aborî zêdetir e.
Tevî hemû zehmetiyan, Mihemed xewnên mezin dibîne. Ew hêvî dike ku xwendina xwe biqedîne û bibe endazyar. "Ez hêvîdar im emeliyatên min bên kirin û wek ciwanên din ên cîhanê bijîm." Çîroka Mihemed neynika jiyana bi sedan zarokên din e ku şer, xewnên wan xistiye bin barê berpirsiyariyê.

Bi kêmbûna avê li Bendava Dukanê goristaneke dîrokî derdikeve holê
Kêmbûna berbiçav a asta avê li Bendava Dukanê, ku duyemîn bendava herî mezin a Îraqê û ya herî mezin a Herêma Kurdistanê ye, bûye sedema derketina goristaneke dîrokî ku bi dehên salan di bin avê de mabû.
Vê bûyerê di nava welatiyan de tirs û nîgeraniyeke mezin çêkiriye, hem ji ber kêmbûna samanê avê û hem jî ji ber derketina bermahî û hestiyên mirovan.
Bendava Dukanê, ku di sala 1959an de karê wê bi dawî bûye, şiyana wê ya embarkirina nêzîkî heft milyar metrekabên avê heye û çavkaniyeke sereke ye ji bo ava vexwarinê, çandiniyê û hilberîna enerjiya elektrîkê bi şiyana 400 megawatt. Lê di salên dawî de, ji ber guherîna keşûhewayê, ziwabûn û girtina ava Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, asta ava golê bi awayekî metirsîdar daketiye.
Daketina asta avê, nexasim li deşta Bîtwênê û li nêzîkî gundê Memendawayê zêdetir tê hîskirin, ku bûye sedema derketina beşeke mezin a axa binê golê.
Di nava vê axê de, goristanek derketiye holê ku berê dîtina wê ne gengaz bû. Bermahî û hestiyên mirovan bi awayekî xemgîn li gelek cihan derketine û li hinek deveran jî bermahiyên firaxên heriyê jî tên dîtin, ku ev yek amaje bi dîroka kevnar a goristanê dike ku dibe ku vegere serdemên berî çêkirina bendavê.
Derketina vê goristanê, ligel qeyrana kêmbûna avê, zengileke hişyariyê ye ji bo paşeroja golê û samanên avê yên herêmê ku çarenûseke nediyar li pêşiya wan e.