Hunermendekî Helebceyî û çend fîçerên din di çavê Rûdawê de

12 September 2025
Hunermendekî Helebceyî û çend fîçerên din di çavê Rûdawê de


Jineke Helebceyî bermahiyên avêtî dike karê hunerî
Husna Mehmûd, jineke ji Helebceyê ye û ev 15 sal in beşa rêveberiya kar xwendiye, lê nehatiye damezrandin. Li şûna ku li benda damezrandinê bimîne, wê biryar daye ku behreya xwe ya hunerî ji bo parastina jîngehê bi kar bîne û niha xwedî galeriya xwe ya taybet a bi navê "Galeriya Husna"yê ye.
Husna, di galeriya xwe de, bermahiyên avêtî kom dike û dike tabloyên hunerî. Ew madeyên ku ew bi kar tîne, gulopên şewitî, karton, cil û bergên kevin, plastîk û çarçoveyên wêne û saetan in.
Di nava 15 salan de, Husnayê 4 pêşangehên taybet vekirine û beşdarî gelek pêşangeh û festîvalên hevbeş bûye. Pêşangeha wê ya dawî, ku taybet bû bi bikaranîna jinûve ya caw û cil û bergên avêtî, ji 28 tabloyên mezin pêk hatibû û bi germiyeke mezin hatibû pêşwazîkirin. Niha ew ji bo pêşangeha xwe ya pêncemîn kar dike ku tê de gulopên şewitî û şûşeyên şerbetê bi kar tîne.
Peyama Husnayê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê ev e: "Heta ku em dikarin, divê em vê ax, av û hewaya paqij a ku me heye biparêzin, ji ber ku em berpirsiyarên parastina wê ne. Divê em hewl bidin bermahiyan kêm bikin û madeyên ku dikarin jinûve werin bikaranîn, neavêjin."

Mistefa Îsmaîl; bi laşekî sînordar cîhaneke bêsînor ji peyvan afirandiye
Mistefa Îsmaîl, xortekî 32 salî ye û nexweşiya felca dest û piyan pê re heye, lê nexweşiya wî nebûye asteng li hember xewnên wî. Wî bi vîneke ji pola, ne tenê astengî derbas kirine, belkî pirtûkxaneyek damezrandiye û bûye nivîskarek ku çîrokên wî îlhamê didin derdora wî.
Xaleta Mistefa Wefa Denûn dibêje: "Mistefa, tevî kêmendamiya xwe, hin tişt bi dest xistine ku dibe ji bo kesên asayî ne pêkan bin."
Rêya Mistefa ya ji bo gihîştina xewnên wî ne hêsan bû. Di zaroktiyê de, dibistana seretayî ew qebûl nekir, lê mamosteyekî berpirsiyariya wî girt ser xwe. Paşê bi rêya komîteyeke pizîşkî îsbat kir ku rêjeya jîriya wî ji %85 zêdetir e û tenê pirsgirêka wî ya laşî heye.
Meraqa Mistefa ya ji bo nivîsandin û xwendinê ji qonaxa navîn dest pê kir. Birayê Mistefa Ebdilrehman Îsmaîl dibêje: "Kurteçîrok dinivîsandin û roman dixwendin. Paşê di sala 2019an de dest bi vekirina pirtûkxaneya xwe kir." Ebdilrehman ku piştevanê herî mezin ê Mistefa ye, pê serbilind e û dibêje: "Nehiştiye tiştek li pêşiya wî bibe kelem."
Çîroka Mistefa Îsmaîl, ne tenê çîroka serkeftina takekesekî ye, belkî bûye ronahiyek ji bo derdora wî û îsbat kiriye ku vîn ji laş bihêztir e û ti astengî nikare pêşî li firîna xewnan bigire.


Straneke li ser bêîqamebûnê, hunermendekî Kurd li Almanyayê kir stêrk
Malîk Samo, hunermendekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, karî bi rêya straneke komîk a bi zimanê Almanî, nav û dengekî berçav li Almanyayê bi dest bixe. Stran, ku behsa jiyana wî û bendemana wî ya dirêj a ji bo wergirtina îqameyê (destûra rûniştinê) dikir, bi lez li ser torên civakî belav bû û bala saziyên mezin ên medyaya Almanyayê kişand.
Malîk Samo, ku xelkê gundekî ser bi Hesekê ye, armanca xwe ya sereke wek avakirina pirekê di navbera çanda Kurdî û Almanî de dibîne.
Jiyana Samo li Almanyayê her tim ne hêsan bû. Ew heta sala 2012an bê îqame û pasaport bû û demekê karê hunerî lê hatibû qedexekirin. Zehmetiyên jiyanê û dûrbûna ji xizmên wî, wisa kiribû ku stranên wî êş û azarên wî nîşan bidin, lê her tim hêvî jî tê de hebû.
Strana ku Malîk bi zimanê Almanî got, bandoreke mezin çêkir û ne tenê Kurdan, belkî Alman û gelên din jî lê guhdarî kirin. Niha ew li ser torên civakî kesayetiyeke naskirî ye û gelek caran xelk li kolanan daxwaza wêneyan jê dikin.
Malîk Samo, di karê xwe yê hunerî de berdewam e û mijûlî amadekirina klîbeke nû ya bi zimanê Kurdî ye. Herwiha tekez dike ku ew dê di gotina stranan bi zimanê Almanî de berdewam be ji bo ku çanda Kurdî zêdetir bi civaka Almanyayê bide nasîn.