Peykersazekî Kurd li Îtalyayê û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Peykersazekî Kurd meydanên Îtalyayê bi berhemên xwe dixemilîne
Fûad Elî, peykersazekî Kurd ê xelkê Hewlêrê ye û niha yek ji hunermendên navdar ên Îtalyayê ye.
Berhemên wî li çendîn bajarên wî welatî hatine danîn û çîroka geşteke dûr û dirêj ji taxa Xaneqayê ya Hewlêrê heta Florensa û Romaya paytexta hunera cîhanê li pişt wî ye.
Fûad Elî, ji zarokatiya xwe ve meraqa wî li ser hunerê hebûye. Li dibistana Xalidiyê û paşê li dibistana Komarî li Hewlêrê dest bi xwendinê kiriye, lê xewnên wî ji wî bajarî mezintir bûn.
Fûad Elî dibêje, "Min ji zarokatiyê ve dest bi wênesaziyê kir. Rojekê ez fikirîm biçim Bexdayê, ji ber ku li Hewlêrê akademî û peymangehên hunerî nebûn."
Di sala 1968an de, Fûad Elî çû Bexdayê ku wê demê navendeke girîng a çand û hunerê bû. Li Akademiya Hunerên Ciwan, 3 salan hunera şêwekariyê û 2 salan jî pisporiya peykersaziyê xwend. Vê qonaxê bingeheke xurt ji bo paşeroja wî ya hunerî danî.
Fûad Elî, li ser vexwendina Akademiya Romayê, geşteke Îtalyayê kir. Di bin serpereştiya mamosteyê navdar Emilio Greko de, 3 salan li Romayê û 2 salên din jî li Florensayê xwend. Ev di jiyana wî ya hunerî de bû xala werçerxanê.
Geşta wî bê pirsgirêk nebû. Hikûmeta wê demê ya Îraqê sansur danîbû ser nameyên wî û pasaporta wî jî nû nekiribû. Ji ber vê yekê Fûad Elî 18 salan nikarî vegere Kurdistanê û tewra nameyan jî ji malbata xwe re bişîne.
Ew dibêje, "Min nedikarî vegerim Kurdistanê. Tê bîra min ku min 18 salan nekarî nameyan ji malê re bişînim, ji ber ku name dihatin kontrolkirin."
Niha, Fûad Elî yek ji peykersazên navdar ên Ewropayê ye. Zêdetirî 20 pêşangehên taybet li Îtalya, Polonya, Brîtanya û Fransayê vekirine. Peykerên wî li bajarên mezin ên Îtalyayê yên wekî Florensa, Ferrara û Scandicci hatine danîn.
Fûad Elî dabaşa wê yekê dike ku, "Nêzîkî 10 heta 12 peykerên min li bajaran hene. Herwiha 20 peykerên min ên din li baxçeyên bajarekî nêzîkî Papa hatine danîn."
Peykerên Fûad Elî bûne sembolên zindî yên bajaran û nirxê çandî û aborî li wan deran zêde kirine. Mesrefa her peykerekî mezin nêzîkî 15 hezar dolar e û bi madeya bronzê tê çêkirin da ku bi sedan salan bimîne.
Hemû peykerên Hewlêrê rakin
Fûad Elî, rexneyên tund li peykerên bajarê Hewlêrê digire û di wê baweriyê de ye ku "divê hemû bên avêtin." Li gorî wî, ew peyker qalibên amadekirî ne, bi çîmentoyê hatine çêkirin û ti pêwendiya wan bi çanda Kurdî re nîne.
Nêrîna xwe zelaltir dike û dibêje, "Tişta yekem, ew qalibên amadekirî ne û ti pêwendiya wan bi anda Kurdî re nîne. Ya duyem, bi çîmento û madeyên din hatine çêkirin."
Ew hunermend amaje bi wê yekê dike ku li welatên cîhanê, peyker dahatê ji bajaran re çêdikin, ji ber ku geştyar ji çar aliyên cîhanê ji bo dîtina wan serdana wan dikin, lewma pêwîst e bi hesin an jî bronzê bên çêkirin da ku bi sedan salan bimînin.
Peykerekî ji bo Ebdilwahid Mercan çêdike
Di van demên dawî de, Fûad Elî li ser daxwaza malbata hunermendê koçkirî Ebdilwahid Mercan vegeriyaye Hewlêrê. Wî amadehiya xwe nîşan daye ku projeyeke mezin ji bo wî hunermendî cîbicî bike ku wî ji zarokatiyê ve nas dikir.
Proje çêkirina peykerekî mezin e ku rûyê wî dê nêzîkî 2.5 metre be û bi madeya bronzê tê çêkirin, li gorî wê standarda navneteweyî ya ku Fûad Elî li Ewropayê pê kar dike.
Xaniyê Melayê Mezin li Koyeyê dibe navendeke geştyarî
Rêveberiya Şûnwarên Koyeyê dest bi nûjenkirina xaniyê dîrokî yê Melayê
Mezin kiriye û biryar e bibe navendeke geştyarî.
Malbata Melayê Mezin xaniyê xwe pêşkêşî Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrê ya Koyeyê kiriye. Xanî dikeve taxa Bayiz Axa ya nav bajarê Koyeyê û yek ji xaniyên kelepûrî yên kevnar ên bajêr e. Melayê Mezin û kurê wî Mesûd Mihemed tê de jiyane û wek dîwanxane jî hatiye bikaranîn.
Yekêtî Wahîd, Rêveberê Şûnwarên Koyeyê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, xanî demekê vala bûye û kirêdar tê de bûne, lewma destkarî lê hatiye kirin.
Karê nûjenkirinê ji sê qonaxan pêk tê; qonaxa yekem paqijkirina xanî bû. Qonaxa duyem ku du-sê meh in dest pê kiriye, ji nû ve avakirina xanî ye li ser şêwazê wî yê kevn.
Rêveberê Şûnwarên Koyeyê dibêje, "Me hewl daye 80% heta 90% li ser şêwazê wî yê kevn ji nû ve ava bikin." Qonaxa sêyem jî dabînkirina pêdiviyan e da ku wek navendeke geştyarî pêşwaziya êvanan bike.
Rêveberê Şûnwarên Koyeyê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku girîngiyeke zêdetir bide sektora şûnwaran û dibêje, "Di salên borî de hikûmetê wek pêwîst guh nedaye şûnwaran û piraniya karên li Koyeyê ji aliyê xêrxwaz û zanîngehên biyanî ve hatine kirin."
Yekêtî Wahid tekezî li ser girîngiya terxankirina bûdceyê ji bo parastina şûnwaran kir û got: "Her neteweyeke ku rabirdûya wê nebe, paşeroja wê jî nîne."
Sebrî Şingalî; hunermendek di navbera debara jiyanê û awazên tembûrê de
Sebrî Yûsif, 55 salî û xelkê gundê Heyalê yê Şingalê ye, jiyana xwe ya rojane bi karkeriya destan derbas dike, lê tembûra wî her tim hevala wî ye.
Ew tembûra ku di sala 1988an de bi 60 dînarî kiriye, ne tenê amûrek e, belkî beşek ji jiyana wî ye. Sebrî, bi bîranîna rojên xortaniya xwe dibêje, "Min bi kolandina bîran pereyê tembûrê peyda kir, min di nîvroya germ de kar dikir heta ku min pereyê wê kom kir."
Sebrî, li Mûsilê xwendiye û di sala 1988an de leşker bûye. Niha ji bo debara malbata xwe, karê baxçevaniyê û karkeriya rojane dike.
Jiyana vî hunermendî ne hêsan bûye. Ew dibêje, "Dema ku em di sala 2009an de vegeriyan, em gelekî hejar bûn, pereyê min ê kirîna kîloyek firing (bacanên sor) jî nebû."
Bêtara Şingalê ya sala 2014an bandoreke kûr li ser jiyana wî hiştiye. Yek ji keçên wî nexweşiya wê ya dil heye û pêwîstiya wê bi çareseriyê li Hindistanê heye, lê rewşa wan a darayî rê nade wan. Sebrî, dibêje, "Ev 12 sal in, ango ji 2014an ve, ez neçûme ti derê," û daxwaza alîkariyê dike.
Di nav hemû nexweşiyan de, tembûra wî aramiyê dide wî. "Dema ku ez hinekî lêdidim, ez rehet dibim. Bi vê sazê ez xema karesata Şingalê û tiştên ku bi serê me hatin ji bîr dikim."
Sebrî, ji awazên bilez hez dike û dibêje, "Taqeta min ji bo muzîka giran nîne." Lê carinan awazeke hêdî lêdide û pê re digirî. Di wan deman de, ew bi tenê û bi saza xwe dilê xwe aram dike.
Çîroka jiyana Sebrî Şingalî, wêneyek ji rewşa bi hezaran malbatên din ên Şingalê ye ku hîn jî di bin bandora karesata 2014an û pirsgirêkên aborî û civakî de dinalin, lê bi rêya hunerê hewl didin birînên xwe derman bikin.