Peyama xelkê ji cîhanê re

01-05-2024
Nîşan Rûdaw Peyam Xelk Cîhan
A+ A-

Elî Caf

Li navçeyeke ku dabeşbûn û hevrikî tê de pir in, Tora Medyayî ya Rûdawê nola çirayeke herîbaş a rojnamegeriyê derketiye holê.

Berbijêrbûnên li pey hev ên vê dawiyê yên Rûdawê ji bo xelatan û wergirtina çend xelatên girîng ên cîhanî, wekî xelata pir navdar a Webbyê ku hemû medyayên cîhanî salane rikberiyê li ser dikin û xelatkirina vê dawiyê ya belgefîlma 'Korowai'yê nîşana astbilindî û kalîteya raporkirin û vegotina xurt a çîrokan ji hêla Rûdawê ve ye.

Ev xelat ne tenê ji bo Rûdawê destkeft in lê di eynî demê de ji bo tevahiya medyaya Kurdistanê jî destkeftek in.

Standina Xelata Webbyê bo cara yekem ji aliyê saziyeke ragihandinê ya Kurdistan û Îraqê ve û bo cara duyem li ser asta Rojhilata Navîn (piştî Al Jazeerayê) werçerxana bihêz a Rûdawê di medyaya herêmê de eşkeretir nîşan dide.

Her wisa serketina belgefîlma 'Hingivê Hişber' ku kevneşopî û çanda Nepalê eşkere dike û paşê berbijêrkirina wê ji bo festîvaleke din a naskirî li Hindistanê, pîşeyîbûna Rûdawê û şiyana wê ya derbaskirina sînoran di vegotina çîrokên cihêreng de nîşan dide.

Rûdaw ne tenê platformeke nûçeyan e. Li şûna wê, bûye cihekî astbilind ê vegotina rastîn a hemî çîrokên mirovan.

Nêzîkbûna Rûdawê ji mijarên girîng ên civakî, wekî kampanyaya otîzmê li Îraq û Herêma Kurdistanê, hevkariya yeksalî ya Rûdawê li gel Sindoqa Nifûsa Neteweyên Yekbûyî ji bo rahênana jinan di warê rojnamegeriyê de li ser asta hemî Îraqê, mînakên pabendiya Rûdawê bi xizmetkirina civakê ne.

Kampanyaya Rûdawê ya yekhefteyî ji bo otîzmê karîbû di kêmtirî salekê de bi rêya xelata Stevieyê xelata herî girîng ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi dest bixe.

Ev Kampanya bû yek ji 5 kampanyayên berbijêr ji bo wergirtina çêtirîn kampanyaya qezencnexwaz ji aliyê Xelata Cîhanî ya Medyaya Civakî ya sala 2024an ku her sal li Brîtanyayê tê lidarxistin. Ji xeynî vê jî ev cara yekem e ku Fona Neteweyên Yekbûyî li ser asta cîhanê, hevkariyeke bi vî rengî dike ji bo rahênana keçan di qada rojnamegeriyê de.

Rûdaw ne tenê rapor û nûçeyan pêşkêş dike, li dewsê, bi awayekî çalak kar dike ji bo amadekirina nifşekî ji kesên jêhatî û şehreza ku karibin bipêşvebirina karê medyayî li Kurdistan û deverê berdewam bikin. Ev yek bûye cihê pêzanîn û destxweşiyê ji hêla gelê Kurdistanê û rêxistinên cîhanî ve.

Tevî kelemên ku li Rojhilata Navîn, Îraq û Herêma Kurdistanê hene, Rûdaw xitimî namîne li şûnê her roj gavên nûtir diavêje. Pabendbûna Rûdawê bi raporkirina bêalî û xizmetkirina xelkê bûye cihê destxweşiyeke dorfireh lê bê guman ev kar her tim ne cihê razîbûna hemî alî û saziyan e.

Tevî vê yekê jî Rûdaw her tim tekez dike ku rêbaza karê Rûdawê profesyonel e û armanca karê Rûdawê jî ew e ku bûyer û nûçeyan bi awayê ku qewimîne ragihîne.

Ev kilîda biserketina Rûdawê ye û bi saya vê yekê jî her ji destpêkê ve yekema bê rikber e!

Rûdaw ji platformeke medyayî bi wêdetir e, saziyeke niştimanî ye. Bandorên wê pir ji vê yekê zêdetir in ku tenê rojnamegerî, guhastina çîrokan, bilindkirina têgihîştinê û pêşketina domdar li xwe bigire.

Li navçeyeke ku pir hewcedarî rastî û pêşketinê ye, Rûdaw bi jêhatîbûna karmendên xwe û parastina baweriya xwe, mîna ronahiyeke rênîşander dibiriqe.

Rûdaw bi vî awayî rê li ber pêşketineke piralî û dorfireh jî vedike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Roj Elî Zale / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

Kesên ku li Rûdawê dixebitin ji bilî şiyana xwe ya baş, bi coş û kelecan karên xwe dikin