Her kes hewl dide ji Tengava Hurmizê rizgar bibe

1 demjimêr berê
Mehmûd Baban
Nîşan Tengava Hurmizê OPEC OPEC Plus Petrol Rêyên Alternatîv
A+ A-

Nexşeya rêyên veguhastina enerjiyê û rêyên girêdana hilberîneran bi bikarhêneran re, rastî guherîneke mezin tê çimkî sê hilberînerên mezin ên cîhanê ku yek ji çar parên petrola cîhanê hildiberînin, ji bo hinartina petrolê di salên bê de planên wan ên cuda hene. Wekî: Gava pratîk a Îraqê ji bo avakirina xeta boriyan a Besre-Hedîseyê.

Vekişîna Îmaratê ji OPEC û OPEC Plusê. Plana Siûdiyê ya ji bo kişandina xeteke boriyan a paralel a Petrolaynê ji bo hinartina petrola xwe. Ev hemû bi hev re, bi rewşa Tengava Hurmizê ve girêdayî ne ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê derketiye holê.

Wezareta Petrolê ya Îraqê 1ê Gulana 2026an ragihand, "Karê di projeya avakirina xeta boriyên petrolê ya Besre-Hedîseyê de bi dirêjiya 700 kîlometreyî, bi tîreya 56 înçan û bi şiyana veguhastina 2,5 milyon bermîl petrolê ya rojane dest pê kir." Ew proje du sal berê hatibû plankirin lê nehatibû bicihkirin. Di daxuyaniyê de hat nîşankirin ku "temamkirina projeyê bi terxankirina budceyê ya di kabîneya bê de ve girêdayî ye."

Îmaratê 28ê Nîsana 2026an bi awayê fermî ragihand ku ji 1ê Gulanê ve ji OPEC û OPEC Plusê vekişiyaye û careke din hemû bal kişand ser pêşkêşkirina petrolê ya li bazaran û bihayê petrolê yê di paşerojê de çimkî Îmarat sêyemîn hinardekara mezin û çaremîn hilberînera petrolê ye di nav welatên OPECê de.

Siûdiyê jî ji rojên ewil ên şer ve serî li bikaranîna xeta stratejîk a boriyên Rojhilat-Rojava da ku wekî "Petrolayn" tê naskirin ji bo hinartina petrolê û karî qerebûyeke mezin a girtina Tengava Hurmizê ji bo hinartina petrola xwe bike lê hîn nekariye hemû hinartina xwe ya asayî bike.

Ev sê welat sala 2025an di nav sê yekemên rêxistina OPECê de bûn û rojane 16,37 milyon bermîl petrol hildiberand, ji wê birê jî 12,57 milyon bermîl ji bo bazarên cîhanê hinartibû, lewma her guherînek dê bandoreke mezin li ser bazarên enerjiyê bike.

Derfet û astengên li pêşiya projeya xeta Besre-Hedîseyê

Projeya xeta boriyan a Besre-Hedîseyê di dawiya sala 2024an de, bi budceya 5,97 trilyon dînarî (4,6 milyar dolarî), ji aliyê Encumena Wezîran a Îraqê ve hat pesendkirin û biryar bû şirketeke Çînî bi hevbeşiya Wezareta Petrolê û Wezareta Pîşesazî û Madenan ava bike lê nêzîkî du sal derbas bûn û tevî xercirina 26,2 trilyon dînarî ji bo Wezareta Petrolê jî nehat bicihkirin.

Girtina Tengava Hurmizê ya di maweyê du mehên borî de ji bo hatin û çûyîna keştiyan û bilindbûna asta metirsiya wê ya li ser Îraqê di Nîsana 2026an de, wiha kir ku di dawiya wê mehê de civîneke berfireh bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî were kirin û biryara terxankirina 1,5 milyar dolarî ji bo projeyê were dayîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê, proje ji aliyê Wezareta Petrol, Bazirganî û Madenên Îraqê ve bi rêya Şirketa Giştî ya Hesin û Pola ya fermî, di çarçoveya peymana Çînî-Îraqî de tê avakirin.

Lêçûna projeya xeta Besre-Hedîseyê bi qasî dahata sê mehên vê dema Îraqê ye çimkî asta hinartina petrolê ew qasî kêm bûye, em dikarin bibêjin nîvê salên "petrol li beramberî xwarinê" ye jî.

Her wiha girêdana hilberîna petrola Besreyê bi rojavayê parêzgeha Enbarê (Hedîse) ve, dibe sedema vekirina sê dergehên cuda li pêşiya wê; wekî Banyas-Sûriyeyê, Eqebe-Urdinê û Ceyhan-Tirkiyeyê. Eger di dema xwe de bihata bicihkirin, dê bibûya karteke zextê ya mezin li pêşiya her yekî ji wan welatan ji bo peymana hinartina petrola wê, di serî de jî Tirkiyeyê ku kêmtir ji sê mehan ji bo peymana wê ya 20 heta 30 salî maye.

Milyar dolar di alternatîvên Tengava Hurmizê de

Ew qonaxa ku piştî şerê 39 rojî yê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê derketiye holê, em dikarin bibêjin qonaxa guherîna nexşeya enerjiyê ye ji aliyê veguhastina petrolê û piştgirêdana bi veguhastina petrolê ya bi boriyan û pirrengkirina dergehên girêdana hilberîner bi bikarhêner re.

Projeyên cuda wekî alternatîvên Tengava Hurmizê tên nîqaşkirin, wekî çêkirina rêyên nû û girêdana Kendava Ereban bi Deryaya Hindistanê û Deryaya Sor ve bêyî Tengava Hurmizê lê dem û lêçûna projeyeke bi vî rengî bi dehan sal û bi dehan milyar dolar e.

Wekî mînak avakirina kanal yan rêyên avî, lêçûna wê 60 heta 100 milyar dolarî ye, li gel 10 heta 15 salan, li beramberî vê kişandina xeta boriyan a paralel, wekî ya Petrolayna Siûdiyê, yan Hebşan-Fuceyreya Îmaratê, lêçûna wê nêzîkî 10 heta 15 milyar dolarî ye û dema wê 4 heta 6 salan dikşîne.

Xeta boriyan a Petrolayna Siûdiyê bi dirêjiya 1200 kîlometreyan e û sala 1981ê ji bo bendera Yanbuyê ya li Deryaya Sor dest bi avakirina wê hat kirin. Di destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê de, rojane 1,9 milyon bermîl petrol veguhastiye û niha şiyana veguhastina petrolê bi vê rêyê ku pêdiviya wê bi Tengava Hurmizê nîne, gihîştîye 5,9 milyon bermîlî di rojekê de û plana kişandina xeteke boriyan a parelel heye ji bo bilindkirina şiyana hinartinê.

Eger salên 80yî Siûdiyê ji ber şerê Îraqê yê li gel Îranê û armancgirtina keştiyan serî li avakirina xeta boriyan a Petrolaynê dabe, niha careke din ji ber şerê li gel Îranê, her kes serî li veberhênana bi rêya bejayî û hewla rizgariya ji Tengava Hurmizê dide.

Îmaratê jî ji destpêkê ve serî li bendergeha Fuceyreyê da û wiha kir ku birê hinartinê nebe sifir û alternatîva Tengava Hurmizê ji bo hinartina petrola xwe pêş bixe. Lewma vê dawiyê Îmaratê çi qasî hewl daye şiyana hilberîna xwe bilind bike, bihayê petrolê ji bo wê ew qasî ne girîng bûye, ji ber vê yekê ji xeynî kûrbûna nakokiyên wê yên li gel Siûdiyê, dibe ku dahfdera sereke ya vekişîna wê ji OPEC û OPEC Plusê, ji bo rizgariya ji wan sînorên ku ji bo hilberîn û hinartina petrola wê ji aliyê Siûdiye û Rûsyayê ve dihatin danîn be.

Her wiha behsa projeyên cuda ji bo kişandina xeta boriyan, yan firehkirina xeta Hebşan-Fuceyreyê tê kirin. Wekî projeya Cebel Zene-Fuceyreyê ku ev jî duyemîn projeya stratejîk a şirketa petrolê ya niştimanî ya Ebûzebî Adnoc (ADNOC) e ku wekî duyemîn hewla Îmaratê ji bo rizgariya ji Tengava Hurmizê û veguhastina petrolê ji bo bazarên cîhanê tê hesibandin.

Eger Qeter û Kuweyt ji bo rizgariya ji nezelaliya rewşa Tengava Hurmizê ji aliyê erdnîgarî ve lawaz bin, Îraq bi bicihkirina projeya Besre-Hedîseyê, dikare wan lawaziyan derbas bike çimkî ev proje dibe sedema pirrengkirina rêyên hinartina petrolê û heta bilindkirina birê wê ji bo zêdetirî wê bira ku berî girtina Tengava Hurmizê diçû Asya, Ewropa û Amerîkayê.

Di dawiyê de, tiştê ku girtina Tengava Hurmizê ji bo Îraqê kir, cuda ye ji welatên Kendavê, ji aliyê pirrengkirina dergehên hinartina petrola wê û ji aliyê stratejîk ve, gelekî mezintir e ji wan astengiyên demkî yên ji bo pereyê terxankirî yê projeyê werin çêkirin, çimkî projeya Besre-Hedîseyê dikare binesaziya enerjiyê li Başûr-Navend-bi Herêma Kurdistanê ve girê bide, hinartina petrola xwe bi rêya Tirkiye-Sûriye-Urdinê bi hemû cîhanê bifiroşe, di serî de jî di dan û standinan de çi ji bo peymana hinartinê, yan firotina petrolê be, destê wê vekirî be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst