Trump li Kendava Hurmizê, stranbêjên Kurdî jî li deriyên Stenbolê dixin. Li her du qeraxan jî bar û bîrmendiya dehan salan hene. Li her du aliyan jî neheqî û înkariya li dijî çandeke qedîm heye û êdî rastiya jiyanê vê dijberiyê ranake. Sedema dorpêçkirina Hurmizê çi qasî stratejîk û ekonomîk be, sedema ku kilamên Kurdî li Kendava Stenbolê olan didin jî ew qasî polîtîk e. Her du tişt jî li ser mafdariya nasnameya Kurdbûnê xwe digihînin hev û li deriyên Xerbê û Şerqê dixin. Deriyên Şerqê ji ber plansaziya cîhanî hîna nediyar e ku wê bi kijan alî ve vebe yan were girtin. Lê kifş e ku fetla li Hurmizê vedigere, wê tesîrê li qeraxên Stenbolê jî bike û deftera her du kendavan wê ji nû ve were xwendin û nivîsandin.
Em dizanin ku defterên gelek milletan di navbera her du kendavan de winda bûne. Kurd jî yek ji wan miletan in ku hesab û kitêbên wan di navbera vê zemînê de şaş û şêlû bûne. Helbet hîna hêza siyaseta Kurdan têrê nake ku deftera Kurdan ji avê derxe û dersên jê mayî bigire. Helbet pirsgirekên tê de tiliya nakokiyên navmiletî û dewletî hebin, ew tişt dîsa bi van destan tên çareserkirin. Lewma jî Kendava Stenbolê ne tenê derbasokek erdinîgarî û behrî ye. Di heman demê de çand, şahî, ol, bazirganî, dîplomasî, etnîsîte û jiyana civakî li vî bajarî temsîlî û rengînî ye. Tevî hemû astengiyên Kemalîzmê jî vê rengîniyê li Stenbolê navnîşanên cuda cuda hilberandine. Her çi qasî navê vê carînan dibe “dewlemendiya çanda Tirk”, carînan dibe “kozmopolîtiya bajêr”, carînan jî dibe “kevneşopiya herêmî” jî. Lê mixabin çand û zimanê Kurdan di nav van hemû forman de bîle cîhekî nedît û hîna jî têra xwe nabîne.
Kurd gelekî li dora sûrên Stenbolê çûn û hatin; ji aliyê çandî, siyasî û zimanî ve. Bi taybetî piştî ku Kemalîstan perdeya komarê kişand ser rûyê civakê, Kurdên ku bi deng, qirafet, çand û xeyalên xwe hatin vî bajarî, di nav lepên qedexe û qefên dewletê de bûn mekanîzmeyên çewtandina çanda Kurdî. Navên li Agiriyê Nurê bûn, li studyoyên TRTyê bûn “Gulê uyan sabaxtir.” Govenda li eywanên Rihayê li Stenbolê bû “yek mûmdir.”
Yanî polîtîkayên dewletê, Kurd li Stenbol û gelek cihên din wekî mûmê helandin û hemû ruh û rewşa wan kuştin. Îro arşîvên TRTyê bi kilam, meqam, deng û berhemên Kurdî tijî ne. Heger rojekê defterên çandê û esama hunermendan were xwendin, wê îflasa herî mezin di Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê de çêbibe. Rejîma komarê ya pankemalîst tiştek ne afirand. Hemû mîras û materyalên heyî bermahiyên çanda milletên cîran in û bi cerd û fetihê hatine tovkirin an jî teqlîd in.
Lê rastî li ser rêya xwe ye!
Kurdistaniyan jî li dijî vê yekê jî him şer kirin, him bar kirin, him mal kirin, him jî kar kirin. Bi hezaran şehîd dan, dîl ketin, roj bi roj dereng man û perçe bûn lê dîsa jî dengên xwe kêm nekirin. Kurdan yên wekî Îbrahîm Tatlises, Burhan Çaçan, Îzet Altinmeşe, Mehmûd Tuncer, Mehsûn Kirmizigül, Ozcan Denîz, Nurî Sesiguzel, Yildiz Tîlbe, Ceylan û gelek stranbêjên din dane Tirkan. Lê bi dehan stranbêjên nû jî dîsa derxistin.
Îro em kar û hewlên van dengên nû dibînin. Her yek him li sehnên Kurdistanê him jî li yên Diyasporayê cih digirin. Her roj konserên wan dikevin rojevê. Her hunermend li gor xebat û mekanên xwe tên şopandin. Stenbol jî ji ber hejmara nifûsî û derfetên sektorî bala hunermendên Kurd dikişîne û ew dixwazin li wir jî derkevin sehnê. Ne tenê Kurd, hunermendên cîhanê jî hatine û tên festîval û organîzasyonên vî bajarî. Heta niha Sting, Michael Jackson, Madonna, Elton John, Britney Spears û Metallica yê jî li vir konsertên girseyî çêkirine. Heta dema ku min di mekteba navendî de dixwend, Madonna û Michael Jackson hatin Stenbolê û rojnameyan bi rojan behsa konserên wan kir. Lê ew mekanên ku ji Jackson û Madonna an jî yên wekî wan re bi alîkariya dewletê dihatin pêşkêşkirin, ti carî ji bo konserên bi Kurdî nehatin vekirin.
Ev der hîna jî ji hunermendên Kurd re layiq nayên dîtin û qedexe ne. Heta salên dawî jî, yên ku kilamên Kurdî dezenforme kirine jî nikaribûn li mekanên wekî Rumelîhîsari, Aspendos, Efes, AKM, Cemal Reşît Rey, Borusan Flarmonî û Harbiye yê derkevin sehnê. Lê hunermendên Kurd bi xebatên xwe gihaştin ber deriyên van mekanan û dixwazin bi pere û girseyên xwe konsertan li wan deran bidin. Ji xwe îro êdî pîroziya van mekanan jî nemaye.
Îro êdî Cemal Reşît Rey, Aspendos, Efes, Orkestraya Senfonî ya Serokkomariyê li ber dengê Pervîn Chakarê, Harbiye ji bo Rojda, Aynûr û Mem Ararat, Rumelîhîsari ji bo Rewşanê, Bostanci ji bo Tara Mamedova û yên dinê re tiştekî nemimkûn nînin.
Lê bi ya min divê hunermendên Kurd ji bilî van mekanên ku tenê navê wan di piyasê de bûne fenomen, wêdatir li Efes, Aspendos û Vodafone Arenayê organîzasyonan çêbikin. Ya li cih ev e. Madem Rojda û Mem Ararat dixwazin pêşengiya konserên li Kendava Stenbolê bikin, heqê wan cihên herî rind û dîrokî ne.
Çîma Bahçelî dikare helbestên li ser Kerkûkê bixwîne, çima mafên guhdar û hunermendên Kurdan jî tunebe ku li Rumelîhîsariyê stranên xwe bêjin?
Öyle ya! Gere bilêtên biratiyê jî dualî bin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse