Zêr difire: Sedem û pêşbîniyên nû

07-10-2025
Omer Ehmed
A+ A-

Banka Goldman Sachsê, pêşbîniya xwe ya ji bo bihayê zêr a Kanûna Pêşîn a 2026an ji 4,300 dolaran derxist 4,900 dolaran.

Banka Goldman Sachsê diyar dike ku herikîna sermayeyê ya ji fonên piştevaniya zêr û kirîna berdewam a zêr ji aliyê bankên navendî ve di nav sedemên ku bihabûnê geş dikin de ne. Îsal bihayê zêr heta niha ji sedî 51 bi qîmet bûye.

Di nav sedemên sereke yên ku bihabûna zêr geş dikin de, kirînên zêde yên bankayên navendî yên li seranserê cîhanê, zêdebûna daxwaza ji bo fonên piştevaniya zêr û bêqîmetbûna dolarê Amerîkî li hemberî pereyên din hene.

Wekî din, hilberîne û hinek karsaz ji bo ku sermayeya xwe ji polîtîkayên gumrikê yên Amerîkayê, şerên bazirganiyê û rîskên jeopolîtîk biparêzin, zêr dikirin.

Banka Goldman Sachsê pêşbînî dike ku bankayên navendî îsal 80 ton zêr bikirin û sala bê ev hejmar dakeve 70 tonî. Bi taybetî bankayên navendî yên nû, ji bo curbicurkirina rezervên xwe û zêdekirina hebûnên xwe yên zêr çalak in.

Pêşbîniya nû ya Banka Goldman Sachsê nîşan dide ku bihayê zêr dê di demeke dirêj de berdewam biha bibe.

Roja sêşemê bi vebûna bazarên Asyayê re, zêr gihişt asteke dîrokî û onsa wê 3,975 dolar dît.

Lê di nav çend saetan de û bi vebûna bazarên Ewropayê re, biha qezencên xwe winda kir û daket binê 3,750 dolaran.

Du sedemên sereke yên daketina demkurt a bihayê zêr hene: Ya yekem, nezelaliya di navbera Demokrat û Komariyan de ya derbarê pêvajoya vekirina hikûmeta Amerîkayê ye.

Çarşema borî hikûmeta Amerîkayê hatibû girtin. Girtin bûbû sedema bêqîmetbûna dolarê Amerîkî û bihabûna zêr.

Lê belê Serok Donald Trump û Rêberê Kêmjimara Demokrat a Kongreyê Hakeem Jeffries, daxuyaniyên nerm dan û diyar kir ku ew ji bo lihevkirinê amade ne.

Vekirina hikûmeta Amerîkayê ya îro yan vê hefteyê, dikare nirxê dolar bilind bike û zextê li ser bihayê zêr bike.

Ji aliyê din ve, li Japonyayê cara yekem jinek wekî seroka Partiya Lîberal Demokrat hat hilbijartin, Sanae Takaichi ku dibe ku meha bê wekî Serokwezîra Japonyayê dest bi kar bike.

Polîtîkayên darayî yên Takaichi, wekî çapkirina pere û zêdekirina lêçûnên hikûmetê, dikare bibe sedema bêqîmetbûna yena Japonî û zextê li hemberî dolar çêbike.

Polîtîkayên Takaichi dikarin bandorê li nirxê yena Japonî ya li hemberî dolar bikin. Yena Japonî li hemberî dolar wekî yek ji pereyên rezerv ên bingehîn kar dike.

Ev sê roj in parîteya dolar/yen di meyleke bilindbûnê de ye û roja sêşemê 1 dolar bi 150 yen vebû. Ji ber vê yekê, xuya ye ku di demeke kurt de gihiştina bihayê onsa zêr a 4,000 dolaran zehmet e. Vekirina hikûmeta Amerîkayê jî dikare bihayê zêr ji vê astê dûr bixe.

Eger bihayê zêr nikaribe bi hêsanî 3,955 dolaran derbas bike, astên daketinê yên muhtemel wekî 3,939 û paşê jî 3,923 dolar tên pêşbînîkirin.

Eger biha asta 3,955 dolaran derbas bike û karibe li asta 3,985 dolaran bisekine, pêşî dikare bigihîje 3,988 dolaran, paşê 4,000 dolaran û herî dawî jî heta 4,014 dolaran bilind bibe.

Ev senaryo nîşan didin ku dê nakokiyên di navbera Demokrat û Komariyan de yên derbarê vekirina hikûmeta Amerîkayê bidomin û dê ji bo bazaran nezelaliyê çêbikin.

Her wiha tundbûna şerê li Ukraynayê û têkçûna agirbesta li Xezeyê jî di nav wan faktoran de ne ku dikarin bihayê zêr derxin ser asta 4,000 dolaran.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e