Amerîkî wiha difikirin, ku referanduma Kurdistanê paş bikeve, baştir e. Ew wiha difikirn, ku renge di vê demê niha de, referandum giriftan bo şerê li dijî DAIŞê çê bike û herwiha pirsgirêk di navbera hêzên iraqî û pêşmerge de çê bibe. Herwiha ew dibêjin, ku em tûşî şokê bûne, çimku em agahdarê vê mijarê nebûne.
Ewropî jî hinceteke weke ya Amerîkayê hene. Îran hemû hewlekê dide, daku astengiyan li pêşiya vê proseyê derxe. Aliyên siyasî yên erebên şîe li Iraqê li dijî referandumê rawestiyane û ji bo propagandayên hilbijartinan û handana raya giştî ya şîeyan li dijî Kurdistanê ketine rikeberiyeke tund.
Lê belê ti aliyek ji wan aliyên navborî cesaret nedane xwe, ku bi zelalî dijatiya armanca referandumê bikin, ku ew jî serxwebûn e. Girifta wan li gel mekanîzm û dema referandum 25ê Îlona dahayî heye.
Sedema dengê neyarê referandum û serxwebûnê di navxwe de pitir vedigere bo rikeberiyên siyasî. Ew naxwazin di vê proseyê de Barzanî û PDK serqafile bin. Ew yek di demekê de ye, ku ti kesî destê wan negirtiye, ku bibin beşek ji vê şanaziya mezin a tarîxa gelê Kurdistanê.
Lojîka Serok Barzanî di bersivdana daxwaziyên bo paşxistina referandumê gelek bihêz e. Eger dem guncaw nîne, êdî kengê dem guncawe û alternative çî ye? Hîçe yek ji neyarên derve û navxwe yên referandumê, xwedî bersivek ji bo vê lojîka Barzanî nînin.
Di esas de, referandum û serxwebûn rêyeke ji bo nehêlana arîşeyan û rêgirtin ji şer û dubarebûna ezmûnên tal. Rêyek e ji bo alîkariya zêdetir a aborî û ewlehiyê û rûbirûbûn û ji reh deranîna terorê û gihîştina bi aştî û îstîqrarê.
Di dema niha de serkirdatiya siyasiya Kurdistanê divê huşyar be, hincetên ji bo paşxistina referandumê lawaz in û nabe yek bihost jî ji dema referandumê paşve biçin. Her cure paşveçûnek zirareke mezin li doza rewa ya Kurdistanê dide, ku nayê qerebûkirin.
Paşveçûn ji encamdana referandumê tenê di demekê de divê rû bide, ku alternatîveke bihêztir û guncawtir ji referandumê bo gihîştina bi serxwebûnê hebe. Her alternatîveke din were pêşkêşkirin, dive alternatîvek be, ku baştir ji referandumê, xizmeta serxwebûna Kurdistanê bike. Eger li dû alternatîvekê bin, ku lawatir be ji referandumê, vê demê Kurdistan vedigere bo xala sifrê û dikeve helwesteke lawaz a stratejîk û ya ku niha heye jî, dê ji hemû waran de ji dest bide.
Eger serkirdatiya siyasiya Kurdistanê biryara rawestandina referandumê bide û alternatîveke din pesend bike bo serxwebûnê, ew alternatîv gerek xwediyê du mercên sereke be. Yekem, serxwebûna Kurdistanê rehendeke navdewletî werbigire û bibe rêkevtineke navdewletî bi beşdariya Netewên yekgirtî û welatên zilhêz û Kurdistanê û dewleta Iraqê. Ya duyem jî, divê asteke demi ya diyarkirî hebe bo ragihandina serxwebûnê û di wê heyamê de Iraq û Kurdistan bi rêya danûstandinê mijarên weke sînor û cografiya, neft û alîkariyên aborî û ewlehî yên navbera xwe rêk bixin.
(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse