Bi kontrolkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Desteya Tehrîr El-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê ve, yekem qonaxa nêzîkbûn, lihevhatin û dostaniya di navbera hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê de destpê dike, û berjewendiya sereke ya herdu aliyan jî tê de heye, ji bo hikûmeta Tirkiyê armanca sereke lawazkirin û nehiştina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD û pêgeha Kurdan li Sûriyê û li ser sînorê wê ye, û ji bo hikûmeta Sûriyê jî, di destpêkê de lawazkirin û nehiştina sîwana siyasî li ser grûpên çekdar ên opozisyonê û hêviya kontrolkirina hemû deverên li Rojavayê Ferat û Bakurê Sûriyê ye, di pişt re jî wê ji deverên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li Rojhilatê Feratê vala bibe, û dê hewil bide ku bi fişarên Tirkiyê û bê şer desthilata xwe li hemû deverên Rojhilatê Ferat jî bisepîne, û ew hêvî dike ku bi wê planê tevahiya xaka Sûriyê ji nû ve têxe bin kontrola xwe.
Piştî ku hewildanên hikûmeta Tirkiyê ji bo êrîşeke nû li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê biserneketin, û her yek ji Rûsya û Amerîkayê glûpa kesk jê re vênexistin ku êrîşeke nû pêk bîne, û herweha li naxwe ya Tirkiyê jî hilbijartin nêzîk dibin û opozisyona Tirkiyê jî reklamê ji xwe re li ser lihevhatina bi hikûmeta Sûriyê re û vegerandina penaberên Sûriyê bo welatê wan dike, hikûmeta Tirkiyê xwest him opozisyona Tirkiyê sûdê ji vê kaxezê nebîne, û him jî Rêveberiya Xweser sûdê ji derbasbûna demê nebîne, loma bi navbênkariya Rûsyayê dest bi karê li ser plana xwe ya nû kir, ku ew jî nêzîkbûn, lihevhatin û dostaniya bi hikûmeta Sûriyê re ye. Bê guman dirêjkirina destê dostaniyê ji aliyê Tirkiyê ve ji bo hikûmeta Sûriyê û palpiştê wê Rûsya, wek serkeftin û derfeteke zêrîn e ku rewşê vegerînin wekî qonaxa pêş sala 2011an, û tevahiya xaka Sûriyê ji nû ve têxin bin kontrola hikûmeta Sûriyê.
Derbasbûna hêsan û kontrolkirina Efrînê ji aliyê Desteya Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusre) ve ku rêxistineke di lîsteya terorê ya navdewletî de ye, û bêdengiya Tirkiyê li ser wê kiryarê, diyar dibe ku ew karekî plankirî ye û lihevkirin li ser heye, û dibe ku mercekî hikûmeta Sûriyê be ji bo destpêka qonaxeke nû di navbera herdu aliyan de, ji ber ku ji bo hikûmeta Sûriyê, nehiştina sîwana siyasî ya opozisyonê li bakurê Sûriyê pir girînge, ku heta vê demê Tirkiyê kar jê re dikir û ew diparast, tevî ku ew grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û ser bi Tirkiyê ve li Efrînê û Desteya Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusre) di aliyê kiryar û bîr baweriyan de eynî modêlin û wek hev radîkal û terorîstin û ti cudahiyên mezin di navbera wan de tunene jî, lê pêgeha wan a siyasî hinekî ji hev cuda ye, loma berjewendiya hikûmeta Sûriyê di wê yekê de ye, ku Cebhet el-Nusre hemû deverên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de ya ser bi Tirkiyê ve kontrol bike, ji ber ku nehiştina Cebhet el-Nusre di siberojê û şerê li hember wê di bin navê terorê de, dê ji bo hikûmeta Sûriyê û Rûsya rewatir û hêsantir be. Me got ji ber ku Cebhet el-Nusre di lîsteya terorê ya navdewletî de ye, û heta niha ji bilî Tirkiyê ti hêz û aliyên navherêmî û navdewletî alîkariya wê nakin.
Li gorî van guhertinên li ser erdê, tê çaverêkirin ku ew plana nû ya bikaranîna Desteya Tehrîr el-Şam Cebhet el-Nusre ne tenê li sînorê Efrînê raweste, dibe ku berve hemû deverên di bin kontrola Tirkiyê de li bakurê Sûriyê biçe û dirêj bibe. Di qonaxa yekem de, dibe ku piştî Efrînê, li Izazê, Babê û Cerablusê jî belav bibe û wan deveran jî li Rojhilatê Feratê kontrol bike, him ji bo ku sîwana siyasî ya opozisyona Sûriyê û piştgiriya Tirkiyê jê re li ser wan deveran nemîne, û him jî grûpên çekdar bi xwe şerê hevdu bikin û hevdu lawaz bikin, û him jî Desteya Tehrîr el-Şam Cebhet el-Nusre bighe sînorê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên Minbic û Kobanî, û li ser sînorê wan herêman bibe gefek û ne dûre ku şer jî li dijî HSDê destpê bike, ku ew kar û pêşketina Cebhet el-Nusre jî, aramancên herdu hikûmetên Sûriyê û Turkiyê pêk tîne.
Ji bo miletê Kurd li herêma Efrînê jî, ti guhertinên girîng û bingehîn piştî hatina Desteya Tehrîr el-Şam Cebhet el-Nusre dê di rewşa wan de çê nebin, binpêkirin û zilm û zora li ser wan kêm zêde wê her berdewam bibe, lê ne dûre ku ev guhertin di siberojê de ji bo Efrînê bibe derfetek, ku ji bin kontrola gurûpên çekdar û Cebhet el-Nusre rizgar û xelas bibe, û dema ku Efrîn têkeve bin kontrola hikûmeta Sûriyê, wê qonaxeke nû destpê bike û wê xelkê Efrînê hêdî hêdî dest bi vegerê bike, ji ber ku berê beşekî mezin ji xelkê Efrînê heta niha ji tirsa kiryarên xerab ên çekdarên opozisyona Sûriyê li deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de dimînin, wek herêma Şehbayê û bajar û gundewarên Helebê, ev jî nayê wateya ku bazara her aliyekî ji van aliyên nakok ji bo xelkê Efrînê ji yê din baştire, lê rastiyek heye ku her kurdekî Rojavayê Kurdistanê dizane, ku ji dîroka damezrandina dewleta Sûriyê ve ti hêz û aliyên deshilatdar li Sûriyê, wekî van grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê zilm û zor, ziyan û xerabî di mafê Kurdan de nekirine. Wan grûpên çekdar karekî xerab nehiştin ku di derheqê Kurdan de nekirin, ji girtinê, revandin, êşkence, destdirêjî, kuştin, dizîn û talankirin bê sînor kirin, ew dixwazin Kurdan bi yek carî ji kokê ve hilkişînin û wan tune û qir bikin.
Lê li Rojhilatê Ferat rewş cuda ye, li herêmên Kobanî, Girê Spî û Serê Kaniyê û tevahiya Cizîra Rojavayê Kurdistanê, nayê çaverêkirin ku niha ti guhertin çê bibin, ji ber ku Amerîka li nêzêkî wan herêmane, û rêkeftineke wê ya kêmkirina şer û aloziyan ji sala 2019an ve bi Tirkiyê re heye, û dibe Amerîka razî nebe ku Desteya Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusre) niha derbasî deverên Girê Spî û Serê Kaniyê bibe heger Tirkiyê bixwaze, ji ber ku ew jî aniha di bin kontrola wê de ne. Herwiha hebûna Amerîka li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, planên hikûmetên Sûriyê, Tirkiyê û Rûsya asteng dike û ew her sê bi tena serê xwe nikarin bê rêkeftina li gel Amerîkayê tiştekî bikin, û tevî ku ti plana Amerîkayê ya siyasî ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser tune ye jî, lê man û berdewamiya wê heta niha di berjewendiya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, û wek faktorekî sereke hîn li herêmê heye û xwedî gotine û beşdare.



