Xeyrî Bozanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li qadan daxuyaniyan nade, berevajî di guhê padîşahan de bi pistepist dibêje. Wî di navbera Enqereya Tirkiyeyê û HSDya Rojavayê de ta û bendeke nedîtî dirêj kir û bi nermiya hevrîşimê siyasî û bi aramî û sebreke zîrekane dest bi hûnandina wê kir.
Vê siyasetê zexta Tirkiyeyê sekinand, çawa ku agirek bi dilopeke avê tê vemirandin. Her wiha Washington jî qanih kir ku Sûriye ne cografyayeke navendî ye, berevajî vê têkeliyeke pirreng e û Kurd lêdana dilê wê ne. Parîsê jî ew mûma hevdîtinê pê xistiye ku ti ba nikare wê bitemirîne. Her dem gotin ji tivingan bibandortir in. Civîna Parîsê hatiye bipaşxistin lê nehatiye betalkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê mil bi milê her du aliyên hevkêşeyê naçe, ew ji nû ve nexşeya wê xêz dike. Destê xwe yê rastê dirêjî Recep Tayyîp Erdogan dike û bi destê xwe yê çepê jî wan egerên ku paytext nikarin hilgirin îmze dike. Ew ne tenê navbeynkarek e, ew sîbera wê bahozê ye dema ku reşeba dev ji serpêhatî û serhişkiya xwe berde.
Axaftina li ser Nêçîrvan Barzanî ne behskirina roleke siyasî ya demkî ye, berevajî hewldanek e ji bo dîtina şopa xeyaletekî ku di nav xetên agirîn re derbas dibe bêyî ku agir zora wî bibe. Li gorî raporeke Al-Monitor a Amerîkî, Serokê Herêma Kurdistanê ne aliyê sêyem ê nakokiyê bûye, ew çavdêr û parêzvanê hevsengiyekê bûye ku di bingehê de pûç û lawaz bûye, mîna hêkekê di devê marekî de.
Tirkiyeya ku her tim HSD wekî dijmin û gefekê ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî didît, dest bi aramiyê kiriye. Ne ji hezkirina aliyê din, ji banga Nêçîrvan Barzanî ku dizane çawa berjewendiyên hevbeş li gel Enqereyê biafirîne: Ji hesasiyeta wê, ji ajandayên wê yên sar, ji îstîqrara wê ya xwestî, ji torên gazê û tunelên berjewendiyan.
Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî piştî gotûbêja li gel serokê bihêz ê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ranewestiya, wî li deriyê Washingtonê jî xist da ku bi gotineke sade lê bi mantiq û realîzmeke bihêz bersiva gotara navendîparêz a Ehmed Şer bide: Sûriye bi yek gopalî nayê birêvebirin û bi kulmeke hesinî ya ku bi dehan salan zordarî jê dibiriqe, nayê îdarekirin. Wî dizanî ku pirrengiya Sûriyeyê tehemûla desthilateke "monografî ya xweferzker" nake û ew mozaîk bi çakûç bi hev ve nayê zeliqandin.
Nêçîrvan Barzanî xwe wekî pêxemberekî nade nasîn û armanca wî ne avakirina dorpêçeke pîroz e li dora xwe. Wekî ku rapor behs dike, ew danûstandinkarekî jêhatî ye. Dengê xwe bilind nake lê dengekî wî yê bihîstî heye. Gefê naxwe lê jê tê tirsîn. Xwe nîşan nade lê di navbera rêzikan de tê xwendin. Wî nexwest ku tenê HSDyê li ser maseya dan û standinan deyne, dixwest ku ew di nava hevkêşeya Sûriyeyê de be; bibe şirîk, ne parsek; bibe beşek ji çareseriyê, ne ji pirsgirêkan.
Parîsa ku her tim girîngiyeke taybet dide şanoya siyasî ya Rojhilatê, ket nav mijarê; ne bi ajandayeke emperyalî ya kevn, belkî wekî navbeynkar û endezyarê rêkeftineke ku dibe dîmenekî ku demeke dirêj e toz li ser rûniştiye, biguherîne.
Hem Mezlûm Ebdî û hem jî Tom Barrcak dosyeyên xwe di dest de ne lê ew giyanên ku beşdarî civînê dibin nayên dîtin: giyanê şehîdên sivîl, bajarên wêranbûyî, gundên valakirî; hemû jî li benda biryarekê ne ku dawî li rewşa wan a "demkî" bîne.
Nabe aliyê felsefî yê navbeynkariya Nêçîrvan Barzanî were jibîrkirin: Zilamekî Kurdistanî, navbeynkariya nakokiyeke Sûriyeyê dike, di navbera aliyekî Tirk, çavdêrekî Amerîkî û li ber çavên Fransiyan de, da ku hemûyan qanih bike ku nasname ji holê ranabe û pêkvejiyan nayê ferzkirin, belkî tê rêkxistin.
Bi vî awayî, Nêçîrvan Barzanî ne tenê ji bo HSDyê dan û standinan dike, belkî ji bo ramanekê ku demeke dirêj e nexşên wê bi xwînê winda bûne: bila cihekî Kurdan hebe, bêyî wesayet, bêyî kelem û bend û bêyî mezadkirinê. Bila xewna Kurdan, her çend beşek jê be jî, bibe rastiyek û karibe li ser erdê bimeşe, her çend bi lingên xwas be jî. Ev hîn ne serkeftin e lê hevokek e di gotarekê de ku dixwest bibe hawara hemûyan.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse