Bidawîhatina serdema xeyala markayan

27-04-2025
Nîşan Marka Çîn Amerîka Şerê Aborî
A+ A-

Helat Rêbiwar 

Çend roj in her ku ez TikTokê vedikim, vîdeoyên kesên Çînî tên pêşberî min. Her yek ji wan li kargehekê yan jî depoyekê rawestiyaye û ji serî heta gava dawî dabaşa hilberîna kelûpelekê ji sifirê ya bi bihayekî pir guncav dike.

Heta vir asayî ye lê ew berhemên ku ew behsa wan dikin heman berhem in ku piştî hilberîna wan a li Çînê, li Amerîka û welatên Ewropayê logo li wan ser tên danîn û wekî berhemên luks bi dehan hezar dolaran girantir digihîjin destê kiryarên Ewropî û Amerîkî.

Vê mijarê serpêhatiyeke min a dema zanîngehê anî bîra min, dema min dixwest berçavkekê bikirim. Hevalekî got, "RayBanê bikire, lensên wê wisa ne û çarçoveya wê wisa ye, gelekî taybet e", dema pesnê wê da, min got lê bihayê wê di navbera 200 û 400 dolarî de ye!

Tevî ku lêçûna çêkirina wê, heke pir zêde be jî, 8 dolar e! Ji ber ku min berê belgefîlmek dîtibû ku behsa wan markayan dikir; çawa bi bihayekî gelekî kêm berheman ji Çînê dikirin, paşê li welatê xwe, çi Amerîka be yan welatên Ewropayê, tenê yek du tiştan lê zêde dikin, yekem logoya xwe, duyem perçeyekî wekî wê bişkoka gilover a bi saeta Rolexê ve ye, yanî beşeke gelekî biçûk ku lêçûna wê gelekî kêm e, li ser jî dinivîsin (manufactured in …) navê welatê xwe, marka wisa nîşan didin, ew berhem wekî nimûne full kalîte ye û li Îtalyayê hatiye çêkirin! Yanî tenê xeyalekê difiroşin bikiran.

Çenteyeke jinan a Barkingê ku li Amerîka yan Ewropayê bi 38 hezar dolaran e, li Çînê bi 1400 dolarî tê hilberîn û firotin! Ev niha trend e û di vîdeoyan de ya herî darîçav e.

Branda Hermesê ku brandeke Fransî ye, çenteyên Barkingê difiroşe. Ew bi xwe înkar dikin ku ew çenteyên wan li Çînê hatine hilberîn. Ew dibêjin ku çenteyên wan, ku bihayê wan di navbera 10 hezar dolar û nîv milyon dolarî de ye ji bo her çenteyekê, ji cureyên herî baş ên çerm ji aliyê hosteyên herî baş ve bi destan tên çêkirin.

Hejmara berhemên wan kêm e û kes nikare ji ber xwe ve biçe û bibêje "Ez dê niha wî çenteyî bikirim" lê divê ew bi xwe wext ji bo wê diyar bikin. Paşê dibêjin ku hinek ji wan parçeyên metalî yên bi çenteyên wan ve hene bi qasî zêr giranbiha ne.

Ango Hermes serkeftî bûye di wê yekê de ku ramanekê bi dehan hezar dolaran zêdetir ji bihayê kel û pelê bifiroşe xelkê lê belê Çîn tê, bi yek vîdeoya yekdeqeyî ya TikTokê wê hemû dîrok û fikrê vedişêre û nîşan dide ku bi rastî ne wisa ye.

Dibêjin werin Çînê, heman çente hûn çi qasî dixwazin bikirin çimkî em li kargehên xwe wan çenteyan ji wan re çêdikin û ew li cem xwe tenê logoyan lê didin, lewra werin, pêwîstî bi kesê sêyem nake û rasterast ji Çînê bikirin.

Hermes di bersivê de dibêje ne rast e! Xelk jî di bersivê de dibêjin, va Çînê kargehên xwe nîşan dan, ka kargeh eger rast dibêjin? Êdî Hermes bersivê nade.

Dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump destpêka sibatê dest bi şerê bazirganî kir, dibe ku li vî aliyî nefikirîbe be jî ku dibe ku dawî li xeyala kompanyayên luks bîne lê belê Çînê sînor ji bo hemûyan danî, TikTok jî alîkara wê ya herî baş bû, ji ber ku wê skandala kompanyayên luks ji TikTokê dest pê kir.

Li Çînê her çend sepaneke din li şûna TikTokê tê bikaranîn jî xwediyên kargehan TikTok kiriye platforma sereke ji bo ku pê li rûmeta brandên bi nav û deng bikin, algorîtmaya TikTokê jî lap di xizmeta wê şermezarkirina kompanyayan de ye, niha wisa lê hatiye Amerîkî şok bûne!

Çawa berhemek, wekî mînak strêjeka ku li Çînê tenê bi 6 dolaran e li Amerîkayê bi 100 dolarî ye lê li welatê xwe her dem propagandayê dikin ku Çînî ne azad in, welatê wan ne tiştek e û berhemên wan bê kalîte ne lê niha ji ber wan pênaseyên gumrikî yên ku Trump bi ser wan de sepandin, Çînê nîşanî hemû dinyayê da, nexêr ne wisa ye, Çîn kargeheke ji bo hemû cîhanê û hemû cure kel û pelan hilidiberîne di nav de yên herî biha jî lê bi bihayekî pir guncav.

Ev ji bo cîhanê, ji bo me jî, divê xelk zanibe ew tiştê ku Çîn hildiberîne, bi rastî jî full kalîte ye. Em ji mêj ve dizanin ku bazirganên me, daxwaza tiştên erzan û kalîteya wan nizm ji wan dikin ji bo qezenca xwe ya herî zêde ku di rastiyê de tam berevajî ye.

Sala borî, bi rêya Wezareta Karên Derve ya Çînê, ez çûm wir û min hinek tişt kirîn, wekî cil û berg, çente û aksesuarên ku bihayên wan ne ew qasî bilind bûn lê heta niha min li Kurdistanê tiştekî bi vî rengî kalîte bilind nedîtiye, ji ber vê yekê ez dipirsim “Gelo çima bazirganên me berhemên bikalîte ji Çînê nayînin?” xasma xelk li vir heye ku pereyan bi wan bide.

Di dawiyê de, her çi qasî zererên vî şerê bazirganiyê çêbûbin jî sûdeke wî hebû, sawêra markayan ji holê rake û ji bo xelkê eşkere bike ku çi qasî bi nezanî pereyên xwe dane logoyan tenê ji bo ku dewlemendiya xwe diyar bikin.

Axir çi mentiq tê de heye ku bazinekî zêr ê Van Cleef ê 18 eyar li malpera wan ya fermî bi 5 hezar dolaran be lê heman dîzayna wê ya bi zêrê 21 eyar li Kurdistanê bi 700 dolarî be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst