Gelo Iraq dê tevlihev bibe?

28-05-2018
Abdullah Reşawi
Nîşan Iraq Rikeberî Hêzên Siyasî
A+ A-

Ne ecêbe e ku vê carê şerê birayan, ne li Herêma Kurdistanê, li Iraqê biqewime. Her çi qas ev agahiyeke xirab be jî, gelek amaje hene ku nîşan didin Iraq ber bi şerekî navxweyî, yan herî kêm nearamiyeke siyasî ve diçe, ev jî di nav Şîeyan de heye, ango di lûtkeya desthilatdariya Iraqê de.

 

Hêzên siyasî yên ku li Iraqê rayedar in, piraniya wan xwedî milîsên çekdar in, li gel wê yekê ku di çend salên borî de bi tundî rikeberiya hev kirine, lê belê heta niha di ezmûna şerê navxweyî re derbas nebûne û xwe parastine, ku pirî caran derbasbûna di tunelên tarî yên şerên navxweyî re, encameke misoger e, heta hêz li ser tiştekî li hev dikin.

 

Ev hêz ji bilî şerekî bi dizî û bêdeng ê li gel hev, bi rêya otomobîlên bombekirî, bikaranîna terorîstan û herwiha şerê siyasî, ezmûna rûbirûbûna rasteqîn û rasterast a bi xwîn li gel hev nebûne.

 

Ev jî ji ber çend sedeman e ku beşek ji ber qabiliyeta wan, beşeke din ji ber rola lêvegera olî (merciyet) û beşekê jî ji ber balansa hêzên navbera Amerîka û Îranê li Iraqê ye. Ev ji bilî gefa rasteqîn a derve ku wek tewtema vegera Sunî û peydabûna DAIŞê heye.

 

Hemû van tiştan û ragirtina balansê ji aliyê Kurdan ve, bi taybetî di serdema Mam Celal de, wisa kiriye ku şerekî rasterast bi wan hemû rikeber û milîsan di nav mala Şîeyan de neqewime.

 

Lê belê niha ji bilî têkçûn û nemana beşeke mezin a van stûnan ku bihevketina hêzên li Iraqê dabûn sekinandin, niha û piştî encamdana hilbijartinên bi guman ku balansa hêzên li Bexdayê guhertin, amaje bo wê yekê dikin ku lihevkirina hêzan ne karekî hêsan e.

 

Wisa diyar e ku di dîroka Iraqê de hilbijartinên herî xirab hat encamdan. Ev hilbijartin li gel wê yekê ku gelek axaftin li ser wê heye û hewla redkirina wê jî tê dayîn, xusa xuya ye dibe garantiya yekane ya sekinandina rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê. Ango bi redkirina wê dibe ku Iraq bikeve nav pirsgirêk û rikeberiyên navxweyî.

 

Gelek siyasetmedarên Iraqê, wek Hoşyar Zêbarî û serkirdeyê rayedar ê wek Nûrî Malikî û gelek kesên din ên çavdêrên rewşa Iraqê wê yekê dane zanîn ku betalkirina encamên hilbijartinan, dê Iraqê ber bi nearamiya siyasî bibe.

 

Ango redkirina encamên hilbijartinên dawîn bi hêsanî Iraq naxe ber hilbijartineke nû, herwiha îhtîmaleke mezin heye ku Iraqê rakêşe nav pirsgirên nû yên siyasî û bihevketina hêzan.

 

Hêzeke wek Tevgera Sedir ku hilbijartinan bi awayekî bihêz ew anî pêş, rabirdûya wî li gel hêzên din ên wek partiyên Deiwe, Feth, Hadî Amirî û Nûrî Malikî ne baş e.

 

Muqteda Sedir ew zilam e ku ji bilî ku her dem gef dixe, gelek bi hêsanî li Iraqê bi awayekî pratîk nîv-kudetayeke sivîl bi rêya murîd û pêgeha xwe ya cemawerî pêk anî, dema xwepêşandana xwe ya milyonî bire nav hewşa parlementoyê û porta wê parlementoyê şikand ku nûnertiya hemû hêzan têde ye.

 

Muqteda, eger ji wê para mezin ku di hilbijartinan de ket ber wî, bêpar bikin, niha jî gelek bi hêsanî dikare vê yekê dubare bike.

 

Germbûna rikeberiya navbera Amerîka û Îranê jî dibe ku li Iraqê yek ji wan sedemên çêbûna pirsgirêkan be, ji ber wê yekê ku beşek ji hêzên Iraqî yên Şîe girêdayî Amerîkayê ne û beşeke din jî girêdayî Îranê ne.

 

Ev yek giring e ku Kurd di navbera wan de xwe ji her egereke bi vî rengî biparêze û Kurdistan nebe beşek ji pevçûnan, ji ber ku Kurdistan ezmûna şerê navxweyî dîtiye û baş dizane ku şerê bi vî rengî çi qas kavilker e.

 

Her çi qas li Kurdistanê rikeberiya siyasî û xwesepandina çekdarî hebe jî, divê şer û pevçûn ji mileta me dûr bikeve û cadeyên me nebin cihê yekalîkirina rikeberiya siyasî.

 

Berpirsyariya vê yekê jî di pileya yekem de dikeve stûyê PDK û YNKê ku wek du hêzên xwedan çekdar in. Herwiha ew berpirs in ji bo Tevgera Goran weke hêzeke sereke û bêçekdar bimîne û hizra avakirina hêzeke çekdarî ji serê berpirsên vê tevgerê derbikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst