Dewleta Îmam Elî ya li Mûsilê

30-01-2017
Ako Mihemed
Nîşan Iraq Kurdistan Şîe Sunne Mûsil Heşda Şeibî Mezheb
A+ A-

Nivîsandin û bilindkirina navê “Dewleta Îmam Elî” li nav bajarê Mûsilê de, ne nîşanan îman û baweriya bi ola îslamê ye, berovajî nîşana pozberiyê, bi gotineke din nîşana şerekî mezhebî ye.

 

Dîrokeke dûr û dirêj a vê pozberiya mezhebî heye. Yek ji sedema bi hêz a damezrandina dewleta Iraqê, avabûneke li ser bingehê mezhebî bû. Çewisandina mezheba şîe û têkbirina neteweya kurd sedemên sereke yên hilweşandina dewleta Iraqê bûn.

 

Lê ev xeletî di “Iraqa nû” de jî bidawî nebû û bi taybetî jî di warê mezhebî de berbelavtir bû. Ji sala 2003yê ve li Iraqê şerekî mezin ê mezhebî dest pê kiriye, piştî “Bahara Erebî” û bi taybetî jî ji sala 2011ê ve ev şer bûye şerekî pir mezin ê herêmî.  

 

Hêviyek hebû, ku ligel destpêkirina operasyona Mûsilê û piştî derxistina DAIŞê ji vî bajarî, ev şer bidawî bibe. Çimkî sedemên sereke û bingehîn ên derketina DAIŞê û karesatên wî, pozberî û şerê sunne û şieyan bû li Iraqê. Ev şer di serdema her du xulên serokwezaretiya Nûrî Malîkî de zêdetir belav bibû. Niha bi gelek şêweyan derxistina sunneyan ji Bexda û Samarayê, bûye behs û azara ser zimanê hemû erebên sunne, ku bi awayekî xwezayî ew jî li hember vê yekê bê deng nabin û dê berteka wan hebe.

 

Mikurhatina li ser hebûna şerê mezhebî û tayfî pirsgirêk çareser nekir, ji lewra piştî rêxistina Qaîde DAIŞ hat. Çareserkirin û dirêjkirina şerê Mûsilê jî dê DAIŞa duyemîn bi xwwe re bîne.  

 

Gelek erebên sunne piştî hilweşandina rejîma Saddam yan koçberê welatan bûn yan jî beşdarî dengdana destûra nû ya Iraqê ya sala 2005ê nekir. Herwiha ew li dijî federalîzma Iraqê bûn û daxwaza Iraqa navenparêz dikirin.  Piştî tepisandin, bêdeshilatbûn û heta derkirina wan ji Bexdayê, niha piraniya wan di wê baweriyê de ne, desthilata wan li Bexdayê bûye perçeyekê dîrokê. Ew jî herweke kurdan in ku niha li ser Bexdayê hesabên biçûk dikin. Malîkî ew jî li Bexdayê lawaz kirin, bê desthilat hiştin û niha jî vê karê xwe berdewam dike.

Piştî ku xewna sunneyan a desthiladarbûna li Bexdayê hilweşiya, niha ji bo parastina xwe di naverasta Iraqê de avakirina federaliyê û çêkirina herêma sunne bûye projeya herî pêş a gelerî û bijardeta wan. Lê hew maye bi gihandina şerê mezhebî bo nav Tilefer û Mûsilê ev proje jî hilweşe.  

 

Niha nîşaneyên destpêkê yên şerê tolvekirina mezhebî li Mûsilê serhildaye. Behsa vekirina nivîsîngehên nehênî yên ji navbirina mehebî li Mûsilê tê kirin. Dest bi vekirina rêxistinên şieyan kirine. Ji bo pirtûkxaneyên zanîngehan bi pirtûkên mezhebî bên dagirtin hewldan hene. Li Mûsilê roj bi roj dirûşmên mezhebî zêdetir dibin. Ev yek di demekê de ye, ku sunne bi van dirûşm û wêneyên mezhebî pir ne rehet in û ev nerehetiya wan jî roj bi roj zêdetir dibe û hest bi vereşandinê dikin. Vê vereşandinê beriya niha we kir, ku du firqeyên Iraqê di nav 60 xulekan de di nav şer de têk biçe û pirtûbelav bibe, ev belaya mezin jî bi serê Iraqê, Kurdistanê, herêmê û cîhanê de were.

 

Di şerên beriya zayînê heta şerê cîhanê yekemîn jî Mûsil xwedanê pêgeheke stratejîk bûye. Hewldanên rakişandina nav hejmûna desthilatekî mezhebî ya Mûsilê ne bê bername ye, di heman demê de bê berdet û karvedan jî nabe. Ev yek metirsiyeke jiyanî ya li ser sûneyên Iraqê ye û ev yek jî tê wateya hestyarkirina hemû welatên sunne, bi taybet jî Tirkiyê û welatên Kendavê ye. Di heman demê de hêwina metirsiyekê mezin ê kojoktûrî û stratejîk e ji bo Kurdistan û herêmê.

 

Piştî hatina Trump, nayê payîn, ku ev stratejiya 25 salî ya piştguhxistina sunneyan û çavgirtina li hember lawazkirina wan berdewam bibe û neyê guhertin. Lê eger bûyer bi vî awayî berdewam bikin dê Herêma Kurdistanê jî di bin metirsiyekê mezin de be. Bi taybet jî niha Iraq xwediyê artêşekî ye, ku roj bi roj nasnameya wî ya mezhebî bihêz dibe û nasnameya nîştîmanî pûç dibe. Ev pêvajo ji aliyê Malîkî ve hate destpêkirin û heta niha jî nehatiye sekinandin.

 

Hevdem ligel vê yekê de hêzekî weke Heşda Şeibî heye, ku bi grûbên cuda cuda ji bo çêkirina dijminên nû her roj li dijî Kurdistanê û welatên derdorê dirûşman diqêrin. Tenê sê rê li pêşiya vî hêzî hene; hilweşiyan, şerê navxwe yê grûban û şerê li dijî Kurdistanê.

 

Eger ji bo Amerîkayê, welatên bi bandor ên herêmê û cîhanê aramiya Hewlêrê, aloznebûna herêmê û cîhanê girig be, pêwîst e ji niha ve hizra çareserkirina pirgirêka Heşda Şeibî û Iraqê bikin. Bi şêweyê niha, herweke kurdan, li pêşiya sunneyan jî tenê rêya cudabûnê dimîne. Çimkî federalism jî nikare di Iraqa niha de sunneyan biparêze.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst