Paşeroja kompanyayên hişê çêkirî: Bipêşketin dê berdewam bike an pelqikeke li ser avê ye?

30-08-2025
Omer Ehmed
Nîşan Hişê Çêkirî Robot Teknolojî Nvidia
A+ A-

Di du salên dawî de, bihayê kompanyayên teknolojiyê yên ku di warê hişê çêkirî de kar dikin, bi awayekî berbiçav bilind bûye. Di vî warî de, kompanyaya Nvidiayê ya ku çîpên elektronîk hildiberîne, pêşengiya kompanyayên din dike.

Bihayê parên (pişk) Kompanyaya Nvidiayê di kêmtirî du sal û nîvan de zêdetirî 10 qatan zêde bûye û gihiştiye zêdetirî çar trilyon dolaran. Zêdebûna bihayê Nvidiayê ew qasî balkêş bûye ku bûye sedema bilindbûna tevahiya bazara kompanyayên teknolojiyê yên ku bi piranî li bazara borsayê ya Nasdaqê hatine tomarkirin. Zêdetir jî, bûye sedema bilindbûna bihayê 500 kompanyayên herî mezin ên Amerîkayê ku bi rêya pêrista S&P 500ê bihayên wan tên pîvandin.

Bihayê wan kompanyayan ji sala 2022yan û vir ve ji sedî 69 zêde bûye û ev jî bi piranî ji ber geşbûna kompanyaya Nvidiayê ye. Bînin ber çavên xwe, di meha yekem a sala 2023an de bihayê her pareke Nvidiayê kêmtirî 15 dolaran bû, lê niha bihayê her pareke wê 177 dolar e, ango zêdetirî 11 qatan zêde bûye. Bihayê vê kompanyayê niha 4,28 trilyon dolar e û ew kompanyaya herî biqîmet a cîhanê ye.

Her çiqas ev hejmar balkêş bin jî, leza bilindbûna bihayê Nvidia û kompanyayên din ên teknolojiyê, di nav şîrovekar û veberhêneran de fikareke mezin çêkiriye ku gelo ev geşbûn û bilindbûn tenê pifîkek e û dê van kompanyayan ji nişka ve hilweşîne an na.

Encamên sê mehên dawî yên Nvidiayê (ji Guldanê heta Tîrmehê), vê geşbûna bilez nîşan didin:

Dahat: 46,7 milyar dolar, li gorî sala borî ji sedî 56 zêde bûye.

Qezenca safî: 26,4 milyar dolar, li gorî sala borî ji sedî 59 zêde bûye.

Dahata navendên daneyan: 41,1 milyar dolar, li gorî sala borî ji sedî 56 zêde bûye.

Guherîna bihayê paran (hefteya borî): Ji sedî -3

Daketina ji sedî 3 a parên piştî ragihandina qezencê, tevî encamên rekor, nîşana fikareke kûr e. Veberhêner û bazirganên borsayê, hîn jî encamên baştir ji Nvidiayê dixwazin û bi vê hemû bilindbûna dahat û qezencê razî nînin.

Hêvî ji kompanyayê pir zêdetir bûn û ev yek di daketina bihayê parên kompanyayê de roja pêncşema borî bi başî xuya bû. Vê yekê hinek şîrovekar û lêkolînerên bazarên borsayê xistiye nava fikaran. Hinek ji wan guman dikin ku ew bihayê parên Nvidiayê ku niha pê danûstandin tê kirin, guncav be û bihayê rastîn ê kompanyayê nîşan bide. Ew dibêjin, “Paşeroja teknolojiyê û hişê çêkirî pir geş e, lê ev biha pir zêde ye.”

Hinekên din jî wekî Dan Ives, ku ser bi kompanyaya şêwirmendiyê ya Wedbush Securities ve ye, di wê baweriyê de ne ku bihayê parên Nvidiayê asayî ye û heta îhtimal heye ku hê jî zêdetir bibe.

Dan Ives dibêje, "Hişê çêkirî di 40-50 salên dawî de guherîna teknolojîk a herî mezin e. Dahata îsal a Nvidiayê 204 milyar dolar tê texmînkirin, ku nêzîkî 4,6 qat zêdetir e ji 44 milyar dolarên sala 2023yan. Ev yek jî geşbûna bilez a hişê çêkirî li hemû sektoran nîşan dide. Dibe ku bihayê bazara Nvidiayê heta sala 2026an bigihîje 5 trilyon dolaran, ku vebûna bazara Çînê dê bibe handereke sereke."

Gelek sedem ji bo gotin û texmînên Dan Ives hene:

Firehkirina navendên daneyan: Qebareya veberhênana cîhanî di binesaziya hişê çêkirî de di çend salên pêş de bi 3 heta 4 trilyon dolaran tê texmînkirin. Çîpên bipêşketî yên Nvidiayê yên bi navê Quantum X800 ji bo piştgirîkirina modelên bi trilyonan parametreyî hatine çêkirin ku ev kevirê bingehîn ê teknolojiya hişê çêkirî ne.

Geşbûna pîşesaziya robot û sîstemên xweser: Tê pêşbînîkirin ku bazara sîstemên robotîk û xweser heta sala 2030an, salane bi rêjeya ji sedî 22 geş bibe.

Vebûna bazara Çînê: Tê pêşbînîkirin ku firotina Nvidiayê li Çînê du heta pênc milyar dolaran zêde bibe, bi taybetî eger di encama rêkeftineke demdirêj a Trump a bi Çînê re, astengiyên li ser hinartina çîpan ji bo Çînê werin rakirin.

Her çiqas ev hemû sedemên rastîn bin jî, leza bilindbûna bihayê Nvidiayê hîn jî şokdar e. Bihayê Nvidiayê di bazarê de di 2 sal û nîvên dawî de zêdetirî 11 qatan zêde bûye, ev ji hemû geşbûnên teknolojîk ên bi vî rengî yên di dîrokê de bileztir e.

Fikarên sereke:

Hêviyên zêde yên veberhêneran: Veberhêneran hêviyên pir zêde ji Nvidiayê hene û dibe ku eger tiştek biqewime, wekî nimûne dahat an qezencên wê di paşerojê de ew qasî bilez geş nebin, wê demê ev dê bibe sedema bêhêvîbûna veberhêneran û hilweşîna bihayê parên kompanyayê. Li bazarên borsayê standardek bi navê P/E heye, ku tê wateya (bihayê her parê dabeşî qezenca her parê). Ev rêje ji bo Nvidiayê 70 e. Ev tê wê wateyê ku veberhêneran 70 dolarî didin da ku ji pareke Nvidiayê dolarekê qezenc bikin, ku li gorî qezenca niha ya kompanyayê sermayeyeke pir mezin e. Ev bi xwe tê wê wateyê ku hêviyên veberhêneran ji kompanyayê pir zêde ne û ew bawer dikin ku di paşerojê de qezencên wê ew qasî zêde bibin ku hêjayî vê yekê be ku pereyeke zêde ji bo kirîna parên wê bidin. Eger em berawird bikin, rêjeya P/E ji bo kompanyayên din ên teknolojiyê nêzîkî 18 e. Ango veberhêner 18 dolaran ji bo kirîna pareke kompanyayên din ên teknolojiyê xerc dike da ku dolarekê qezenc bike.

Metirsiyên jeopolîtîk: Şerê bazirganî yê Amerîkayê yê li dijî Çînê û qedexeyên li ser hinartina berhemên Nvidiayê, li gorî gotina Rêveberê Giştî yê kompanyayê Jensen Huang, tenê di çaryeka yekem a îsal de 8 milyar dolar zirar daye kompanyayê. Ev yek jî nîşan dide ku rewşa darayî ya kompanyayeke teknolojiyê ya wekî Nvidiayê li hemberî bûyerên jeopolîtîk çiqas hestiyar e.

Zêdebûna pêşbaziyê: Pêşbaziya di navbera kompanyayên hilberînerên çîpan de zêde bûye. Pêşbaziya di navbera kompanyayên wekî AMD, Intel û yên din de roj bi roj firehtir dibe. Zêdebûna pêşbaziyê jî tê wateya kêmbûna qezencê û biçûkbûna para kompanyayan di bazarê de.

Ev ew metirsî ne ku dibe ji nişka ve bikevin stûyê bazaran. Dema ku hêviyên veberhêneran û bazirganan ji kompanyayan ne mentiqî bin, an dema ku xeletiyeke biçûk an bûyereke jeopolîtîk rû bide, îhtimal heye ku bazar rastî şoka daketina parên kompanyayan bê.

Ji ber vê yekê, her çend şoreşa hişê çêkirî rastiyek e û kompanyayên wekî Nvidia di navenda pêşxistina binesazî û cîbicîkirina vê şoreşê de ne, lê leza zêdebûna bihayê van kompanyayan, li gel nezelaliyên jeopolîtîk û pêşbaziya tund divê neyên paşguhkirin, bi taybetî eger ji ber şerê bazirganî yê ku Donald Trump li dijî hevkarên xwe yên bazirganiyê dest pê kiriye, rewşa aborî ya Amerîka û cîhanê ber bi qonaxeke sistbûnê ve biçe ku gelek aborînas li ser vê yekê hişyariyê didin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e