Bihayê Hegemonyayê û Rêya Serweriyê: Nêrînên di nav belavbûna agirê şer de

3 demjimêr berê
Nîşan Bihayê Hegemonyayê Rêya Serweriyê Çîn Bipêşketin Hêza Gel
A+ A-

Liu Jun*

Dema ku hûn niha telefona xwe ya jîr vedikin, dibe ku hûn li malê li Hewlêrê bin û xwe ji derbeke din a êrişa asmanî biparêzin. Yan jî belkî hûn bi dilgiraniyekê nûçeyan dixwînin û dipirsin gelo ev şer dê di paşerojê de li kû dera din belav bibe. Ji çiyayên Silêmaniyê heta deştên Nînowayê, ev xak qet bi temamî ji bîranînên şer rizgar nebûye.

Rojhilata Navîn careke din di nav aloziyeke kûr de asê maye. Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrişeke leşkerî kir, ev çalakî li gorî yasaya navneteweyî ne rewa ne û pevçûn berdewam zêde û berfireh dibin. Ew bajarên ku demekê geş dibûn, niha di bin barana mûşekan de dilerizin. Ew karên bazirganî yên ku bi salan û bi xebateke giran hatine avakirin niha bi rûxînê re rû bi rû ne. Jiyana asayî ya ku di nav dehan salan de bi hûrgilî hatiye avakirin, di çend kêliyan de têk diçe. Di şerekî de ku qet nedibû rû bida, em ji bo êşên gelê Îranê hest bi xemgîniyeke kûr dikin. Dema asmanê Tehranê bi teqînan ronî dibe, dema zarok di nav tirsê de xwe vedişêrin, dema pîr û kal neçar dimînin malên xwe biterikînin, her kesê ku qîmet bide jiyana mirovahiyê nikare bê deng bimîne.

Di şer de bi rastî ti kes ne serkeftî ye

Ji Tehranê heta Bexdayê û ji Şamê heta Beyrûtê, geştên asmanî tên betalkirin, veberhênana derve kêm bûye û geştyarî jî bi temamî rawestiyaye. Mixabin salên bipêşketinê niha di bin giraniya şer de lewaz xuya dikin. Wekî ku yek ji bazirganên herêmê dibêje "Hemû ew tiştên ku me di nav salên borî de ava kirine, dikarin di şev û rojekê de birûxin." Ev rastiya dijwar a şerê çekdarî ye.

Di pişt vê wêrankariyê de, mantiqê bêsînor ê siyaseta hêzê heye. Dema dewletek peymannameya Neteweyên Yekbûyî piştguh dike û êrişî dewleteke din a xwedî serwerî dike û dema bi her hinceta ku xizmeta berjewendiyên wê bike, bi azadî midaxeleyî kar û barên herêmê dike, di rastiyê de serdestî bi vî rengî derdikeve holê. Ev ne pêwendîdarî bipêşxistina aştî yan aramiya herêmê ye. Berevajî vê, bi sepandina îradeya bi rêya hêzê re pêwendîdar e.

Êşên îro yên gelê Îranê, êşên gelê Îraqê yên ku bi dehan sal in li ber xwe didin û êşên berdewam ên gelê Filistînê, hemû xwedî heman waneyê ne: Ti netewe nikare ewlehî û rûmetê di jiyanê de di bin siya serdestiyê de bibîne.

Çîn ji êşên Rojhilata Navîn fêm dike. Dibe ku hinek bipirsin: Çima Çîn, di "du rûniştinên" xwe yên salane de, her tim girîngiyê dide bipêşketin û debara jiyana xelkê? Çînê çawa aştî û aramiya xwe ya bi dehan salan parastiye?

Ji ber ku me bi xwe şer ceribandiye. Em wateya lawazbûn û zilmê dizanin. Em bi temamî fêm dikin ku dema miletek nikaribe paşeroja xwe diyar bike, gelê wî nikare jiyaneke birûmet bijî. Bêyî serweriyê aramî nîne. Bêyî xwerêvebirina stratejîk, rûmet nîne.

Di wan du rûniştinên ku îsal hatine kirin de, nûneran pirsên damezirandin, çavdêriya tenduristî û perwerdeyê gotûbêj kirin. Ji bo xelkê asayî şiyana çûna ser karê xwe ya bi awayekî aramî û şandina zarokên xwe ya dibistanê ya bi rengekî bi silamet û xewa baş a bi şevan dilxweşiya herî mezin e. Dibe ku ev daxwazên pir sade xuya bikin lê bi rastî ev in tiştên ku bi milyonan kes li herêmên nakok ji wan bê par in. Bipêşketina Çînê ne diyariya ti hêza derve bû. Ew bipêşketin, bi xebata berdewam a gelê Çînê hatiye avakirin. Me rêya xwe hilbijart û em li ser pêyên xwe sekinîne.

Destpêkê agirbest, serwerî tim û tim

Li hemberî pevçûna berdewam a li Rojhilata Navîn, helwesta Çînê zelal û aram dimîne. Di konferanseke rojnamegerî ya salane ya du rûniştinên Parlamentoya Ewropayê ya îsal de, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi tekez kir ku peyama Çînê dikare bi awayekî sade were kurtkirin: "Gihîştina bi agirbestê û bidawîanîna dijminatiyan." Dîroka vê herêmê gelek caran peyitandiye ku hêz qet çareseriyeke berdewam misoger nake. Pevçûna çekdarî tenê kîn û nefretê bêhtir dike û bi neçarî qeyranên nû bi xwe re tîne.

Wezîrê Karên Derve Wang Yi, ji bo rewşa niha pênc prensîbên bingehîn pêşniyar kirin ku ev in: Bihêzkirina serweriya neteweyî, redkirina bikaranîna xerab a hêzê, desttêwernedana kar û barên navxweyî, bipêşxistina çareserkirina siyasî ya mijarên germ û misogerkirina wê yekê ku welatên mezin roleke avaker bilîzin.

Ev ne tenê nêrînên teorîk in, di heman demê de yekane rêya hilbijartinê ne ji bo bidestxistina aştiyeke berdewam. Çîn bi temamî amade ye ku bi welatên Rojhilata Navîn re kar bike da ku Înîsîyatîva Ewlehiya Cîhanî bi cih bîne, bi armanca vegerandina pergalê ya li herêmê, anîna aramiyê ji bo gelê wê û misogerkirina aştiyê li cîhanê.

Nûnerê Taybet ê Çînê yê Rojhilata Navîn, bi mebesta bipêşxistina dan û standinên aştiyê hat herêmê. Çîn di hewlên xwe yên aştîyê de ranaweste û dê bilindragirtina dadperwerî û wekheviyê bidomîne. Çîn wekî endamekî hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û dostekî dilsoz ê Rojhilata Navîn girîngiyeke zêde dide bextewariya gelên vê herêmê. Her ji ber vê sedemê jî Çînê biryar daye ku alîkariya mirovî ya lezgîn pêşkêşî Îraq, Îran, Urdin û Libnanê bike, da ku di kêmkirina wan dijwariyên rasterast ên ku rûbirûyî xelkê dibin de alîkariya wan bike.

Her wiha Çîn hevkarekî rasteqîn e ji bo bipêşketina demdirêj. Di dirêjahiya salan de, hevahengiya di navbera Çîn û Îraqê de, tevî Herêma Kurdistana Îraqê jî, bi awayekî berdewam mezin bûye, ji binesaziya aborî û enerjiyê bigire heta hevahengiya mirovî û bernameyên rahênanê. Tiştê ku Çîn pêşkêş dike ne çek û şer e, ew derfeteke rasteqîn e ji bo geşbûn û bipêşketina mirovî. Em rêzê li her welatî digirin ku rêbaza xwe hildibijêre. Em di wê baweriyê de ne ku mafê her neteweyê heye û her wiha xwedî wê şiyanê ye ku paşeroja xwe xêz bike.

Di cîhaneke tijî alozî de, dengekî qailmend pêwîst e

Di vê kêliyê de dibe ku hûn bipirsin: Paşerojê çi ji me re veşartiye? Ev pirsek e ji bo hemû wan kesên ku qîmet didin aştî û rûmeta mirovahiyê.

Wekî Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê ez dixwazim ji dostên me yên li Herêma Kurdistanê re bibêjim: Vê xakê li ber xwe daye û hûn jî ji her kesî çêtir dizanin ku ewlehiya rasteqîn nikare xwe bispêre sozên derve. Pêwîst e ev ewlehî ji yekîtiya navxweyî, bipêşketina serbixwe, bihêziya saziyên we û berxwedêriya gelê we bê.

Li karesatên berê binêrin: Enfal, Helebce, bi dehan sal koçberî û êş... Li wan kesan binêrin ku niha jî neçar in malên xwe biterikînin. Dîrokê her tim peyîtandiye ku xwespartina "parastina" derve gelek caran dibe sedema êşên zêdetir. Yekane bingeha pêbawer a ji bo aştiyê, serweriyek e ku reha wê di vîna gel de çandî ye.

Dûxana şer heye lê dawiya dawî sibe tê

Di dawiyê de şer dê rawestin. Aştî dê vegere. Dema ku cara dawî dûxana şer namîne, mirovên asayî yên ku li ber xwe daye -ew karkerên ku li ser karê xwe mane, ew dayîkên ku di stargehan de zarokên xwe fêr kirine, ew destên ku malên xwe ji wêraniyê ava dikin- ev in hêza rasteqîn a vê xakê. Ne hêzên qerase yên derve. Yan jî hêza leşkerî. Belkî wêrekiya bêdeng a xelkê asayî ye ku biryar daye jiyaneke baştir ava bikin.

Deriya Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê her tim ji bo dostên me yên li Herêma Kurdistanê vekirî ye. Em amade ne ji bo parvekirina ezmûna bipêşketinê, ji bo piştgirîkirina hevahengiya di warên pîşesazî, perwerde, çavdêriya tenduristî û binesaziya aborî de û em amade ne bi we re di rêya aştî û bextewariyê de bimeşin. Ev rêyeke ku divê hûn bi xwe bibirin lê ne hewce ye ku hûn bi tenê tê de bimeşin, ji ber ku em bawer dikin ku bêyî guhdana li ser paşxan, bawerî yan herêmê, xwesteka aştiyê daxwaza hevpar a hemû mirovahiyê ye. Her wiha lêgerîna rûmet û xwerêvebirinê jî.

Ji kerema xwe re haya we ji we û malbatên we hebe. Erê, dûxana şer heye lê dawiya dawî sibe her tê. Em hêvîdar in rojekê, zûtir an derengtir, ev xaka kevnar ji siya serdestiyê û ji tarîtiya şer û ji rondikên koçberbûnê rizgar bibe.

*Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst