Wezîrê Parastinê yê Pakistanê: Teknolojî di destê terorîstan de jî heye

14-02-2025
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hişê Çêkirî Teknolojî Teror
A+ A-

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif li Dubaiyê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bû.

Khawaja Asif diyar kir, “Divê em ji bo têkoşîna li dijî terorê amade bin” û pê de çû:

“Divê em amade bin û divê bi teknolojiya herî nû xwe amade bikin da ku em li hemberî terorê bisekinin, ji ber ku çi teknolojiya me hebe, ew teknolojî dê ji bo terorîstan jî berdest be.

Ji ber vê, ji bo ku em li vê herêmê û li cîhanê jî li hemberî vê gefê bisekinin, divê em ji aliyê teknolojiyê ve serdest bin.

Teknolojî dikare bikeve destekî şaş û ew kesên ku ev teknolojî, bi taybetî hişê çêkirî, dikeve destê wan dikarin ji bo mirovahiyê gelekî ziyandar bin.”

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Spas ku tu li gel me yî. Hikûmeta Pakistanê dixwaze di vê konferansê de çi bi dest bixe?

Khawaja Asif: Bi navê Xwedayê dilovan û mihriban. Ev konferanseke gelekî baş e û ez dixwazim pîrozbahiyê li birêz Şêx Mihemed, Hakimê Dubaiyê bikim. Ev konferans derfeteke taybet e ji bo kesên ku dixwazin li ser bazirganî û pêwendiyên navbera welatan guftûgoyê bikin.

Gelek alî, serokên welatan, wezîrên karên derve, wezîrên parastinê û wezîrên darayî li vir in. Ez bawer im ku ev nerîta Dubaiyê ye ku serkirdeyên cihê yên ji hemû cîhanê kom dike û ev yek jî cihê Dubaiyê yê wekî navendeke bazirganî ya cîhanê xurt dike. Ji ber vê ez pîrozbahiyê li Dubaiyê û Ebu Dabiyê dikim ji bo vê dahênanê û komkirina wan kesên ku ramanên wan ên cuda hene.

Rûdaw: Yek ji wan mijarên sereke ku behsa wê tê kirin hişê çêkirî û bandora wê û bikaranîna hişê çêkirî ye di warê parastinê de. Tu wekî Wezîrê Parastinê çawa li bikaranîna hişê çêkirî dinêrî?

Khawaja Asif: Bi rastî teknolojî bi lez bi pêş dikeve. Di hemû waran de bi lezeke zêde xalên werçerxanê û guherînê çêdibin û zehmet e ku mirov karibe pê re biçe, bi taybetî jî wekî te behs kir li ser hişê çêkirî û teknolojiyên din ku di nav du salên borî de li ser qada cîhanî derketine.

Ev yek jî di awayê jiyan, kar û têkiliyên me de guherînan çêdike. Dibe ku di du, sê yan jî pênc salên pêş me de cîhan ji ya niha cudatir be. Ew tiştên ku di rabirdûyê de hebûn, dê wekî çîrokeke kevn bimînin. Bi rastî ev yek dê ji bo mirovan zehmet be ku bi vê guherîna lez re biçin.

Rûdaw: Yek ji mijarên Rojhilata Navîn berdewam gefa komên terorîst ên wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê ye. Hevahengiya we bi welatên Rojhilata Navîn re çawa ye?

Khawaja Asif: Divê em amade bin û divê bi teknolojiya herî nû xwe amade bikin da ku em li hemberî terorê bisekinin, ji ber ku çi teknolojiya me hebe, ew teknolojî dê ji bo terorîstan jî berdest be. Ji ber vê, ji bo ku em li vê herêmê û li cîhanê jî li hemberî vê gefê bisekinin, divê em ji aliyê teknolojiyê ve serdest bin.

Lê li vê herêmê (Rojhilata Navîn) divê hikûmetên welatên Kendavê û herêmên din ên Başûrê Asyayê bi hev re kar bikin û vê yekê zanibin ku ev teknolojî dikare bikeve destekî şaş û ew kesên ku ev teknolojî, bi taybetî hişê çêkirî, dikeve destê wan dikarin ji bo mirovahiyê gelekî ziyandar bin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî birêz, gelek guftûgo li ser gegera Trump a Koşka Spî hatin kirin. Nîgeranî heye ku bi siyasetên Trump re, cîhan astengiyên nû bibîne. Hikûmeta Pakistanê dixwaze bi vegera Trump a Koşka Spî re siyaseta Amerîkayê çawa be?

Khawaja Asif: Hîn zû ye ku biryar li ser vê yekê were dayîn û nerîna xwe li ser bidin ji ber ku hîn mehek jî nebûye Trump dest bi kar kiriye.

Serkatiya nû ya Amerîkayê divê vê yekê zanibe ku berpirsyariya wan heye ku wekî serkirdeyekî tevbigerin û ne tenê girîngiyê bidin pêdivî, daxwaz û berjewendiyên xwe lê divê li cîhanê jî binêrin. Ji ber ku niha welatên cîhanê gelekî girêdayî hev bûne û ti welat nikare bi tena xwe bimîne û divê ev yek di bîra birêz Trump de jî be.

Dema ku Trump di dewra yekem de serok bû cuda bû, di nav pênc salên borî de, cîhan bi lez guherî û ew (Trump) divê vê yekê li bîra xwe bihêle ku di vê cîhanê de bi tenê nîne û mirovên din jî di vê cîhanê de dijîn.

Her wiha pirsgirêk jî hene, pirsgirêkên gelekî mezin hene, bi taybetî li Filistînê, ew kuştin û komkujiya li wir heye li ti deverên din ên li ser rûyê erdê û di dîroka mirovahiyê de tune, tiştên wiha qet çênebûne.

Serkirdeyên cîhanê, Amerîkî û welatên Rojavayê û welatên din ên wekî Çîn û Rûsyayê divê wekî serkirdeyekî tevbigerin û mirovahiyê bi hev re kom bikin. Her wiha bi awayekî bi pirsgirêka Filistîniyan re mijûl bibin ku ji bo hemû aliyan guncab be.

Rûdaw: Gelekî spas birêz.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst