Endezyarên ku li termînala petrolê ya Fawê ya Besreyê dixebitîn, dema ku depoyên mezin tijî bûn bi bêhêvîtî lê dinêrî, ji ber ku ti cihê wan nebû ku petrolê bişînin. Ew keştiyên mezin ên petrolê ku bi awayekî asayî li bakurê Kendavê dor digirt, ev çend roj bûn nedikarîn werin. Tengava Hurmizê, ew rêya avê ya teng û stratejîk ku divê her bermîleke petrola xav a Îraqê tê re derbas bibe da ku bigihe bazarên cîhanê, wekî "herêmeke şer a metirsîdar" hat diyarkirin. Pompeyên petrolê demekê berdewam kir lê paşê yek bi yek bê deng bûn.
Ew dîmena ku di rojên destpêkê yên Adara 2026an de li seranserê parzûngehên petrolê yên başûrê Îraqê hat ducarekirin, wêneyekî rasteqîn û tehl e li ser wê yekê ku şer çi bi serê aboriya Îraqê aniye. Pirsgirêk ne tenê êrişên bi dronan ên li ser Balafirgeha Bexdayê bûn, pirsgirêk ne tenê ew dûman û agir bûn ku li peravên deryayê dihatin dîtin, an jî çûna dîplomatan û civînên neasayî yên parlamentoyê. Ya ku pênaseya vê qeyranê ji bo Îraqê dike tiştekî bêdengtir û kûrtir e: "Petrol rawestiya." Dema petrol li Îraqê radiweste, lêdana dilê hikûmeta Îraqê radiweste.
Niha ku mehek di ser şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê re derbas bûye, amar ew qasî hûr in ku dikarin bi zelalî behsa wan bê kirin. Îraqa ku meha sibatê rojane 3,6 milyon bermîl petrol hinarde dikir û tenê di wê mehê de 6 milyar dolar ji bo xwe û Herêma Kurdistanê kom dikir, îro tenê rêjeyeke gelekî kêm hinarde dike. Şiyana hinardekirina termînalên başûr ji sedî 93 kêm bûye.
Dahata rojane ji nêzîkî 270 milyon dolarî daketiye kêmtirî 30 milyon dolarî. Welatekî ku mehane pêwîstiya wî bi nêzîkî 9 milyar dolarî (11,7 trîlyon dînaran) heye tenê ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan, leşkeran, malnişînan û xerciyên elektrîkê, niha dahata wî ya petrolê kêmtir ji dehyeka wan pêbendiyan e ku neçar e tije bike.
Îraqê berê jî rewşên wiha dîtine, di dema êrişên DAIŞê yên 2014an de û di dema têkçûna bihayê petrolê ji ber Koronayê ya 2020î de. Her carê, welat rêyek ji bo mayînê didît lê ew aborînas û biryarderên ku bi hûrgilî li pêkhateya darayî ya Îraqê dinêrin, rastiyeke nexweştir bi wan re ye: Vê carê nexweşiyên kevn ên aborî yên Îraqê bi metirsîdartir serî hildaye.
Amarên li pişt têkçûnê
Ji bo têgihiştina mezinahiya tiştê ku rû daye, divê em ji wan amaran dest pê bikin ku Fona Diravan a Navneteweyî (IMF) meha Tîrmeha borî belav kirin. Sala 2020î, pêwîstiya Îraqê bi wê yekê hebû ku bermîla petrola xwe bi 54 dolaran bifiroşe da ku karibe hevsengiya budceya xwe biparêze. Sala 2024an, ew biha bû 84 dolar. Sala 2026an, li gorî piraniya pêşbîniyan, pêwîstiya Îraqê bi petrola ser 90 dolarî heye. Ev biha, bihayê hevsengiyê (Breakeven Price) amara herî girîng e di hesabên darayî yên Îraqê de. Bilindbûna berdewam a vî bihayî ya di şeş salên borî de, çîroka hişyariyekê ye ku şer niha guherandiye rewşeke neasayî û kujer.
Sedema bilindbûna bihayê hevsengiyê ne ew bûye ku dahata petrola Îraqê kêm bûye. Berevajî, Îraqê li beramberî piraniya qonaxên dîroka xwe destpêka 2026an petrola zêdetir hildiberand. Pirsgirêk ew bû ku hikûmetên li pey hev biryar da wê dahata zêde di çi de xerc bikin. Budceya sêsalî ya 2023-2025an, xeletiyeke kujer tê de hebû, ew jî ew bû ku xerciyên hikûmetê ji sedî 59 zêde kirin. Piraniya vê zêdebûnê jî ji bo "xerciyên berdewam" hat terxankirin, ango ji bo malnişînî, çavdêriya civakî û mûçeyên wê sektora giştî ya mezin ku zêdetir ji sêyeka hêza kar a Îraqî li xwe digire. Hikûmeta Îraqê di heman demê de pêwîstî bi wê dahata petrolê hebû ku gelek caran bazara petrolê garantî nekiriye.
Tewra berî ku şerê Îranê dest pê bike, Fitch Ratingsê taybet bi polînîzekirina aboriya welatan, pêşbînî kir ku kêmasiya budceya Îraqê ya salên 2026 û 2027an bigihe ji sedî 8,8ê navîniya berhema navxweyî. Li gorî wê navenda girîng, tevahiya xerciyên hikûmetê gihîştine ji sedî 46,4ê navîniya berhema navxweyî lê di beramberî de dahata wê tenê ji sedî 38,4 e. Ev valahiyeke pêkhateyî ye ku bêyî çaksaziyeke rasteqîn bi ti livîna bihayê petrolê nedihat tijekirin. Bi zimanekî darayî, Îraq li ber wê yekê bû xwe bixe nav quncikeke girtî, şer tenê derî li ser girt.
Rewşa dijber li vir e, bihayê petrola brent piştî destpêkirina şer bi ser 100 dolarî ket û tewr gihîşt 120 dolarî jî. Di demeke asayî de, ev biha ji bo Îraqê wekî "barana rehmê" dibû. Hikûmetê dikarîbû hemû qerzên xwe bide û dahata rekor tomar bike lê niha dahateke zêde bi destê Îraqê nakeve, ji ber ku ew petrola ku dikare bi 100 dolarî bê firotin, di nav depoyên tijî de ye û ti rêya wê nîne ji bo derketinê.
Ti girîngiya tiştekî ku tu nikaribî bifiroşî nîne. Îraq niha rûbirûyî wê rewşa dijber bûye ku xwediyê samaneke zêde ye lê bi awayekî demkî û karesatbar nikare dest pê bigihîne.
Nirxandina ziyanên Îraqê tenê di mehekê ya şer de, ziyaneke bi qasî 9 milyar dolaran nîşanî me dide.
Meha yekem a şer kêmasiyeke mezin di hesabên neteweyî yên Îraqê de çêkiriye, ku navînî bi 8,0-9,9 milyar dolar ziyana hevbeş ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê tê texmînkirin.
Sedema sereke ya qeyranê pêkhatina nêzîkî temamî ya hinardekirina petrola başûrê Îraqê ye.
Ziyana dahata petrolê: Îraqê tenê di 30 rojan de di navbera 6,4-7,1 milyar dolaran de dahata petrolê ji dest daye.
Ziyanên nepetrolî: Li gorî lêkdanên texmînî, sektorên firokevanî û veguhastinê 120-200 milyon dolar ziyan dîtiye, di demekê de ku rawestana veberhênana biyanî ya rasterast (FDI) heta 450 milyon dolarî ziyan daye aboriya Îraqê.
Binesazî û êriş: Li gorî lêkdanên texmînî, ziyana rasterast gihiştiye parzûngehên wekî Rumeyle û Qurneya Rojava, her wiha bûyerên pêwendîdar bi êrişên li ser keştiyên petrolê, nêzîkî 500 milyon dolaran ziyana zêde ji bo Îraqê çêkiriye.
Koma bandoran a li ser Îraqê: Di meha yekem a şer de koma ziyanan 7,27-8,71 milyar dolar tê texmînkirin.
Ew boriya ku gelek tişt guhertin
Petrola hemû Îraqê rawestiyaye. Di hefteya sêyem a meha adarê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûna xwe nîşan da ku firotina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê dest pê bike. Rêjeya hinartinê di rojekê de gihiştiye 250 hezar bermîlî. Her çend gelekî zirav jî be, ev wekî "werîsê rizgarkirinê" ye.
Boriya Herêma Kurdistanê di dema çend rojan de bûye binesaziya herî girîng a enerjiyê li hemû Îraqê. Bi bihayê 95-100 dolarî, ew 250 hezar bermîlên rojane, nêzîkî 700-750 milyon dolaran dahata mehane ji bo hikûmeta Îraqê dabîn dikin.
Di beramberî pêbendiya mehane ya 9 milyar dolarî de, ev tenê ji sedî 8ê wê hejmarê ye ku pêwîst e. Diyar e ev têra birêvebirina hikûmetê nake lê bi kêmanî peyamek e ji bo bazaran û qerzderan ku Îraq hîn jî rêyeke hinardekirina petrolê maye.
Armanca Bexdayê ne tenê 250 hezar bermîl e. Wekîlê Wezîrê Petrolê qala wê yekê kiriye ku dixwazin hinardeya petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê derxin nêzîkî 500 hezar bermîlan, bi taybetî eger kompanyayên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî dest bi hilberînê bikin. Eger ev bi ser bikeve, dahat di mehekê de digihe nêzîkî 1,5 milyar dolaran ku nêzîkî ji sedî 16ê xerciyên Îraqê dabîn dike. Ev hîn jî qeyran e lê piçekî siviktir e.
Bandora kêmbûna dahata hikûmetê
Eger tu wateya şer ji piraniya Îraqiyan bipirsî, qala hevkêşeyên IMFyê nakin, ew qala "mûçeyan" dikin. Di sektora giştî ya Îraqê de zêdetirî çar milyon mûçexwiran hene. Mûçeyên wan motora sereke ya bazarê û debara malbatan e li her bajar û bajarokî. Dema ew mûçe disekine an kêm dibe, aborî ne tenê sist dibe, dirûxe.
Têgeheke aborînasan a bi navê "faktora zêdekera darayî" (Fiscal Multiplier) heye di aboriyeke girêdayî hikûmetê wekî Îraqê de, her 1 milyar dolarê ku ji mûçeyan kêm bibe, di tevahiya aboriyê de dibe sedema kembûna 1,5-2 milyar dolaran. Bi vê yekê jî bandora giştî ya vî şerî li ser navîniya berhema navxweyî ya Îraqê mehane bi nêzîkî 8-9 milyar dolaran tê texmînkirin.
Li vir yekane xala rizgarker "dem" e. Îraq pereyên petrola xwe yekser wernagire, nêzîkî sê mehan piştî firotinê pere digihine destê wê. Ev jî bi wateya wê yekê ye ku kêmbûna dahata meha adarê, heta meha hezîranê li ser xezîneya hikûmetê bandorê nake. Hikûmet hîn jî pereyên firotina mehên kanûna paşîn û sibatê jê re tên. Hesabên bankî hîn ne vala ne. Naxwe qeyran di rê de ye lê hîn negihîştiye. Vê derfeteke demkî daye Îraqê.
Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer ji Rûdawê re got, "Qeyrana rawestana hinardeya petrolê di mehên gulan û hezîranê de dê bi zelalî derkeve holê."
Çareseriya pêşniyarkirî jî "yasaya qerzan" e, mîna wê yasaya di dema Koronayê de ya sala 2020î hatibû pesendkirin, da ku rê bide hikûmetê ku ji bo dabînkirina mûçeyan li navxwe qerz (deyn) bike.
Di pişt vê yasayê de jî, piştgirê herî mezin rezerva diravê biyanî yê banka navendî ye. Di dawiya 2024an de ev rezerv nêzîkî 100 milyar dolarî bûye ku rezerveke gelekî mezin e û dikare têra zêdetirî 11 mehên hawirdeya welêt bike. Ev bipaşveçûna salên bilindbûna bihayê petrolê (2021-2024) ye û yekane dîwarê parastinê ye ku nahêle bihayê dînar têk here. Eger bihayê dînar li hemberî dolar bişikê, Îraq dikeve nav enflasyoneke mezin de ku qeyrana kêmbûna dahatê di çavê wê de dê gelekî biçûk bibe.
Lê pirsgirêkek di wê rezervê de heye. Beşeke mezin a wî pereyî di (hesabê cuda) de ye ku tenê ji bo projeyên veberhênanê li gel welatê Çînê ye û nikare ji bo mûçeyan bê bikaranîn. Her wiha hikûmeta karger nikare bêyî yasayeke taybet a ji parlamentoyê wê rezervê bi kar bîne. Naxwe qeyran ne ew e ku gelo pere hene yan na, pere di xezîneyên banka navendî de hene lê mijar ew e çawa astengiyên siyasî û yasayî dikarin ji bo gihîştina bi wî pereyî destê hikûmetê vekin?
Çar senaryo
Çawaniya bidawîhatina vê rewşê girêdayî yek faktorê ye: Tengava Hurmizê dê heta kengî girtî bimîne? Pispor qala çar senaryoyan dikin:
Senaryo A, çareseriya bilez (îhtîmala bi rêjeya ji sedî 25): Agirbest di dawiya nîsanê de bê kirin û vekirina Hurmizê di gulanê de bibe. Hinardekirina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê derkeve zêdetirî 500 hezar bermîlan û hinardekirina başûrê Îraqê jî di Îlonê de asayî bibe. Rezerva banka navendî ya Îraqê tenê 12-16 milyar dolarî kêm bike. Aborî di dema 18 bo 24 mehan de çêdibe.
Senaryo B, şerê naverast, îhtîmala herî bihêz (bi rêjeya ji sedî 40 îhtîmal heye): Agirbest di dawiya gulanê de bê kirin û, Hurmiz di hezîran û tîrmehê de bê vekirin. Qeyrana mûçeyan di mehên 5 û 6an de derdikeve lê yasaya qerz û rezerva bankaa navendî ya Îraqê (25-35 milyar dolar) rewşê radigirin. Tevahiya aboriyê di 2026an de bi rêjeya ji sedî 15-20 bi paş ve diçe. Polînîzekirina pêbaweriyê bi qerzên Îraqê dadikeve. Ji bo çêbûnê 3-4 sal lazim in. Îraq di vê senaryoyê de hejartir û qerzdartir dibe lê rewşa wê nateqe.
Senaryo C, nakokiya demdirêj (bi rêjeya ji sedî 22 îhtîmal heye): Şer heta dawiya sala 2026an berdewam be. Yedekê bankeya navendî ya Îraqê zêdetirî 50 milyar dolarî jê diçe. Enflasyon digihe ji sedî 15an û nirxê dînarê dikeve bin zexta bazara reş. Aboriya Îraqê ji sedî 35 paşve dikişe, ku asta herî xirab e di dîroka nû ya Îraqê de. Çêbûn 5 bo 7 salan jê re lazim e. Nifşekî nû yê Îraqî ku tenê vejîn û avahî dîtine, rûbirûyî hejariyeke dijwar dibin.
Senaryo D, rûxîna giştî (bi rêjeya ji sedî 8-10 îhtîmal heye): Şer zêdetirî salekê dirêj bike, milîs dest deynin ser parzûngehên petrolê yên başûrê Îraqê, rezerva dirav bi dawî bibe û enflasyon bigihe ji sedî 40î. Ev ew kabûs e ku hemû berpirsên darayî yên Îraqê hewl didin jê birevin. Ev îhtîmaleke kêm e lê ne ne gengaz e.
Birîn ji şerê Îraqê kûrtir e
Di navendên biryarê yên li Bexdayê de, gengeşeyek heye ku ji qala şer kûrtir e, ew jî ew e ku Îraq heta kengî dikare di vê arasteya çewt de berdewam bike.
Petrol ji sedî 91ê dahata hikûmeta Îraqê pêk tîne. Dahata nepetrolî li welatekî 46 milyon kesî de, kêmtir ji ji sedî 9ê xerciyên hikûmetê tije dike. Sektora taybet ku divê derfetên kar çêbike, li piraniya parêzgehan de tenê sîberek e. Ew vejîna Bexdayê ya ku me di salên 2020î de dît, piraniya wê li ser peymanên hikûmetê û pereyên petrolê bû, ango tenê "wêneyê vejînê" bû ne vejîneke rasteqîn.
Bilindbûna bihayê hevsengiya petrolê di çar salan de ji 54 dolaran bû 84 dolar, ev ne biryara bazara petrolê ye, ev biryara siyasetmedaran e. Her dînarekî ku ji bo lîsteya mûçeyan hatiye zêdekirin, her damezirandina nû ya wezaretan, her soza malnişîniyê, hemû ev biryarên siyasî bûn bi wê xeyalê ku petrol mûçeyên wan dide. Niha petrol disekine, ew dem jî hatiye ku lêpirsîn dest pê bike.
Çareserî diyar in, avakirina sîstema bacê, kontrolkirina mûçeyan, weberhênan di mirov û binesaziyê de û çêkirina rêyên alternatîv ên hinardekirina petrolê ku di nav yek tengava teng re derbas nebe. Ev rasperdeyên hemû şandeyên IMF û Banka Cîhanî bûn di 15 salên borî de. Bicihkirina wan di saleke asayî de ne gengaz bû, di saleke şer de û di sîbera hikûmeteke karger de, du qatan ne gengaz e lê belkî şer wê "neçariyê" çêbike ku aştiyê nîkarîbû çêbike.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse