Dema serdana Erdogan a Îraqê diyar bû

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Bexda Îraq Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinan cara ewil dê biçe Bexdayê.

Erdogan dê 22yê Nîsanê Bexdayê û 9ê Gulanê jî Washingtonê ziyaret bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên şaredariyên yên 31ê Adarê dest bi serdanên xwe yên li derveyî Tirkiyeyê dike.

Erdogan dê 22yê Nîsana here Bexdayê.

Erdogan herî dawî dema serokwezîr bû sala 2011an çûbû Bexdayê.

Heta niha nayê zanîn ku Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe de were Herêma Kurdistanê yan na.

Tê gotin ku rojeva sereke ya Erdogan a di hevdîtinan de têkoşîna li dijî PKKyê û Projeya Rêya Pêşketinê be.

Herwiha Erdogan dê 9ê Gulana 2024an biçe Washingtonê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst