FLAŞ – Li bajarê Kurdan kifşa mezin!

07-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li dora Kelha Rihayê goristanên kevir û mozaîkên nû hatin dîtin.

 

Projeya Şaredariya Mezin a Rihayê ya bi navê “Projeya Bintara Kelhê” berdewam e.

 

Şûnwarnasan heta niha li Rihayê nêzîkî 80 goristanên kevir restore kirine.

 

Li cihê ku xebat tê kirin herî dawî goristaneke kevir û mozaîk hatin dîtin.

 

Tê gotin dibe ku ew goristan a endameke malbata Qralê Edessayê Abgar be.

 

Di çarçoveya projeyê de di goristana 5emînde kitabeyên suryanî û neqşên balkêş derketin holê.

 

Li gorî pisporan heger tevahiya goristanên kevir ên li Bintara Kelhê, Kizilkoyun û taxa Dedeosman bêne derxistin ew der dê bibe qada herî mezin a nekropolê ango mirîgeh. (Nekropolis tê wetaya ku li bajarên arkolojîk, herêm li goristanên kevir ên komî)

 

Gobeklitepe ya bi navê “Mala Adem û Hewayê” tê nasîn û cihê yekem e ku mirov li jiyayê jî li Rihayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst