Ormiye (Rûdaw) – Hat zanîn, li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rêjeya kesên ku madeyên hoşber bikar tînin roj bi roj zêde dibe û 13% ji bikarhênerên madeyên hişber jin in.
Li Rojhilatê Kurdistanê, yek ji nexweşiyên metirsîdar ên civakî bikaranîna madeyên hişber e û rêjeya bikaranîna vê madeyê roj bi roj zêde dibe.
Rêvebera giştî ya navenda parastina jiyanê ya parêzgeha Ormiyê, Raziye Xodadûst, ragihand, êdî bikaranîna madeyên hişber tenê bi zilaman ve sînordar nîne ji ber ku jin jî bi vê nexweşiyê ketine û niha li parêzgehê nêzîkî 13% ji wan, jin in.
Raziye Xodadûst anî ziman ku piştguhxistina jinên ku madeyên hişber bikar tînin, birîn û zirarên mezin di nav civak û jiyanê de çêdike lewma divê ev rewş bi hemû aliyên xwe ve were lêkolînkirin û derman jê re were danîn.
Rêvebera giştî ya navenda parastina jijyanê ya Omriyê da zanîn, îsal li bajarê Ormiyê navendek bo dermankirina jinên ku madeyên hişber bikar tînin, hatiye vekirin û ev navend ji meha Adara îsal ve bi wergirtina 60 nexweş dest bi karê xwe kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse