WHO: 16 hezar madeyên kîmyayî di cixareyên elektronîk de hene

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Cixareyên Elektronîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku di cixareyên elektronîk de 16 hezar madeyên kîmyayî yên cuda hene ku her yek bi awayekî cuda zererê didin laş.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hinek ji madeyên kîmyayî yên di nava cixareyên elektronîk de rasterast dibin sedema nexweşiya penceşêrê.

5 madeyên metirsîdar ên di nava cixareyên elektronîk de:

1 - Nikotin ku dibe sedema;

* Nexweşiyên dil û damarên xwînê

* Jibîrkirin û lawaziya fikirînê

* Îltihaba nava pişkê

2 - Benzîn ku dibe sedema;

* Penceşêrê

* Nebûna zarokan

* Tevlîhevbûna periyoda jinan

3 - Akrolin ku dibe sedema;

* Nexweşiyên dil û damarên xwînê

* Belxem

* Hestyarî

4 - Aldehidan ku dibin sedema;

* Penceşêra xwînê

* Hestyarî û îltihaba qirikê

* Birîndarbûna nava dev û poz

5 - Propilin alkol ku dibe sedema;

* Germahî

* Hestyariya çav, qirik û poz

* Têkçûna gurçikan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst