Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Rûdaw pîroz kir

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Projeya Antîtobakoyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Îraqê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Projeya Antîtobakoyê ya Rûdawê wekî projeyeke girîng û bibandor bi nav kir.

Beşa Tenduristiyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê di Projeya Antîtobakoyê ya ku ji sala 2017an ve didome de xelata sala 2025an bi merasîmekê da Geylan Mihemed.

Nûnera WHOyê ya Îraqê Dr. Çîmen Akreyiyê di merasîmê de pesnê rolê Rûdawê ya di asta hişyariyê ya tenduristiya giştî de da.

Dr. Çîmen Akreyiyê tekez kir ku ev proje xelkê ji zererên cixare, nargîle û cixareyên elektronîk dûr dixe.

Li gorî amarên WHOyê nêzîkî ji sedî 50yê bikarhênerên cixare, nargîle û cixareyên elektronîk ji ber wan canê xwe ji dest didin.

Tûtin û cureyên wê her sal dibin sedema mirina herî kêm 8 milyon kesan.

Her wiha her sal 1,3 milyon kes ji ber kişandina pasîf a cixareyê dimirin.

Berpirsê Giştî yê Projeya Antîtobakoyê Dr. Aras Biradostî diyar kir ku armanca wan kêmkirina bikaranîna tûtinê ya di nava civakê de ye û Rûdaw yek ji yekem torên medyayê yên cîhanê ye ku vê kampanyayê dimeşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst