Cîhan dişewite: Li 11 welatan zêdetirî 2 hezar û 700 kesî mirin

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Avhewa Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku pêlên hewaya germ a zêde her sal li seranserî cîhanê dibin sedema mirina nêzîkî 489 hezar kesan.

Her çend amarên fermî yên cîhanî yên sala 2025an hîn nehatine eşkerekirin jî hinek welatan amarên xwe yên destpêkê yên li ser mirinên ji ber germahiyê yên îsal parve kirin.

Li Ewropayê herî kêm 2 hezar û 300 kes û li Hindistanê jî 455 kes ji ber germahiya zêde mirine.

Li gorî welatan, hejmara kesên ku havîna îsal ji ber germahiya zêde mirine wiha ye:

Îtalya: 481 kes

Spanya: 394 kes

Fransa: 235 kes

Brîtanya: 570 kes

Yunanistan: 96 kes

Macaristan: 47 kes

Xirwatistan: 31 kes

Almanya: 21 kes

Portugal: 21 kes

Hindistan: 455 kes

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku bi bandora germbûna gerdûnî û qeyrana avhewayê re pêlên hewaya germ zêdetir û kujendetir dibin.

Rayedar jî amaje pê dikin ku bi taybetî kesên kal û pîr û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene di bin metirsiyeke mezin de ne.

Tê payîn ku di hefteyên pêş de germahî zêdetir bibe.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku li cihên hênik bimînin û gelek avê vexwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst