Pisîk dikarin di dîtina çareseriya penceşêrê de bibin alîkar?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pisîk Penceşêr Tedawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hebûna pisîkan a li malê tenê ne ji bo kêmkirina stresê û piştgiriya derûnî ye.

Lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî ya Scienceyê de hatiye belavkirin eşkere dike ku pisîk dikarin di dîtina çareseriyên baştir ên ji bo hinek cureyên penceşêrê de alîkariya mirovan bikin.

Lêkoler Louise van der Weyden ji Peymangeha Wellcome Sangerê ya Brîtanyayê diyar kir ku pisîk ji bo lêkolînan mînakên pir baş in.

Sedema vê yekê ew e ku ew di heman jîngeha mirovan de dijîn û rûbirûyî heman pîsbûna jîngehê dibin, wekî dûxana cixareyê.

Her wiha wekî mirovan dema bi penceşêrê dikevin, îhtimal heye ku di heman demê de nexweşiyên din ên wekî şekir û dil jî pê re hebin.

Keşifkirina gena FBXW7yê

Tîmeke navneteweyî ya lêkoleran mînakên tumorên penceşêrê yên nêzîkî 500 pisîkan ji 5 welatên cuda wergirtin ku 13 cureyên cuda yên penceşêrê pê re hebûn.

Encaman nîşan da ku di nîvê wan pisîkên ku penceşêra memikan pê re hebû de, geneke bi navê FBXW7yê hatiye guhertin.

Ev cure guherîn di jinan de jî heye.

Her çi qas ne pir berbelav be jî dema ku çêdibe pir tund û "êrişker" e.

Van der Weyden got, "Pisîk ji aliyê biyolojîk ve mînakên pir baş in ji bo tiştên ku di mirovan de tên dîtin."

Derfeteke nû ya ji bo çareseriyê

Ceribandinên klînîkî li ser mirovan ji bo van guherînên genan zehmet in çimkî hejmara nexweşan kêm e.

Lê ji ber ku di pisîkan de pir berbelav e, dikare dermanên nû li nexweşxaneyên veterîneriyê li ser pisîkan werin ceribandin.

Lêkolerên Swîsreyî di ceribandinên xwe de gihîştin wê baweriyê ku du cureyên tedawiya kîmyayî (kemoterapi) ku niha ji bo mirov û ajelan tên bikaranîn, ji bo tumorên ku gena FBXW7yê tê de guheriye pir bibandor in.

Sûd ji bo her du aliyan

Profesor Harikrishna Nakshatri ji Zanîngeha Indianayê ya Amerîkayê ev encam wekî "balkêş" pênase kir.

Wî destnîşan kir ku ev amar alîkariya zanayan dikin ku baştir fêm bikin ka pêkhateyên mîratî û faktorên jîngehê çawa bandorê li çêbûna penceşêrê dikin.

Van der Weyden di dawiyê de tekez kir ku ev rewş "ji bo her du aliyan bi sûd e" û got:

"Em ji aliyê genan ve pir dişibin hev.

Tiştê ku em di cureyekê de fêr dibin, em dikarin ji bo alîkariya cureya din bi kar bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst