Mûsil (Rûdaw) - Nebûna nexweşxaneyan li Mûsil dibe sedema pirsgirêkan û welatî dibêjin eger nexweşek wan hebe nikarin wan derman bikin.
Li Mûsilê bi taybetî ewên ku nexweşiyên demdirêj hene, gelek gazinan ji nebûna bingehên tendirustî û kelûpelan dikin.
Li Mûsilê 8 nexweşxane û 10 bingehên tendrustî hene. Bi taybetî li aliyê rastê yê Mûsilê bingehên tendrustî lê nînin ku di demekê de bi dehan nexweşê demdirêj li wê derê hene.
Bavê nexweşekî Tahe Mihemed dibêje: “Heta bi kanulek li nexweşxaneyê nîne, çima me dereng dixin, ev mehek û nîv e wisa li min dikin. Dibêjin, sibe û dusibe were, ev amûrên pêşketî û bi milyaran dikuve diçin? Kanî xeciyên tendirustiyê? Nexweşxane nînin, binkeyên tendirustiyê nînin û li nexweşxaneyan jî tiştek nîne.”
Di serdema DAIŞê de 4 nexweşxaneyên Mûsilê hatibûn teqandin, ji wan bi tenê du nexweşxane hatine nûjenkirin nûjenkrin û vê yekê bandoreke mezin li ser nexweşên Mûsilê kiriye.
Hemwelatiyeke Mûsilê Fatma Ebas jî dibêje: “Ji vê derê re dibêjin devera Mermateyê. Li vê derê nexweşxane nînin, li vê derê bi şev kesek nexweş bibe û eger otomobîla wî nebe, rewşa wî gelek zehmet dibe.
Xwendekar Hemîd Casim jî dibêje: “Me nexweş hene û em ji wan re faûre dibirin, lê ji me re dibêjin ku herin dervey nexweşxaneyê.
Mamoste Serhan Ebûş jî got: “Bi yekcarî bijîşk li vê derê nînin, bingehên tendirustiyê tenê bi nav hene, lê nojdar û bijîşk tê de nînin û rewşa wan wêran e.”
Li gorî Tendirustiya Mûsil biryar hate dan çar enxweşxane ava bikin, 2 nexweşxane ji wan karê wan gihîştiye qonaxa dawiye. Biryar e piştî mehek di nava wannexweşxaneyan de tîmên noşdarî dest bi kar bikin.
Rêvebirê Nexweşxaneyê li Mûsilê Şelan Ezîz jî dibêje: “Pêwîstiya Mûsilê bi nexweşxaneyên mezintir û zêdetir heye. Me girêbest ligel nexweşxaneyeke Almanî îmze kiriye. 600 textên nexweşxaneya Almanî hene û dê hejmareke zêde ya nexweşan werbigire.”
Ne bi tenê nexweşên nava Mûsilê li nexweşxaneyên Mûsil têne dermankirin, herwiha nexweşên derdorê jî qesta nexweşxaneyên Mûsilê dikin.
Li gorî amarên Tendirustiya Mûsilê beriya şerê DAIŞê akinciyên Mûsilê 4 milyon kes bûn, lê niha derdora 3 milyonan kes mane û pêwîstiya wan bi nexweşxaneyên zêdetir heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse