Nexweşên pênceşêrê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

23-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
li Efrînê di navbera 200 heta 300 nexweşên penceşêrê hene
li Efrînê di navbera 200 heta 300 nexweşên penceşêrê hene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdheja 6ê Sibata îsal rê bi nexweşên pênceşêrê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nayê dayîn ku ji bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibin û vê yekê jî rewşa wan dijwartir kiriye.

Li navçeyên di bin kontrola opozisyona Sûriyê de, li bakurê rojavayê Sûriyê bi giştî 3 hezar û 300 nexweşên penceşêrê hene.

Li gorî zanyariyên Rûdawê li Efrînê di navbera 200 heta 300 nexweşên penceşêrê hene.

Piraniya nexweşên li bakurê Rojavayê Sûriyê, yên penceşêrê, jin û zarok in, ku zêdeyî  65% ya nexweşan jin û zarok in.

Li gorî Rêveberiya Tendirustiya Idilbê li wê navçeyê her roj 3 kes bi penceşêrê dikevin. 

 Tirkiyê ji piştî erdhejê rê nade ku nexweşên penceşêrê derbasî Tirkiyê bibin. Tirkiyê dibêje, ji ber erdhejê ziyaneke zêde gihaye nexweşxaneyên wê, rewşa tendirustî ya bajarên ku erdhejê lê daye xirab e.

Li gorî Rêveberiya Tendirustiya Idlibê ji dema erdhejê ve, li 600 kes li navçeyên Efrîn, Izaz, Bab, Idlibê, tûşî nexweşiyên penceşêrê bûne. Ji wan 600 kesan, 150 zarok û 200 jin hene. 

Rêjeya mirina bi nexweşiyên penceşêrê, li wê herêmê zêde ye, Tenê duh 3 kesan li wê navçeyê bi penceşêrê canê xwe ji dest dane.

 Yek nexweş ku zarokekî 11 salî ye, li nexweşxaneya serbazî ya Efrînê , bi navê Silêman Neşet Isa bû. Yê din ciwanekî 32 salî ye, li gundê Encare yê rojavayê Helebê ye û  bi navê Ehmed Ebdu Kurî ye. Nexweşê din yê ku bi penceşêrê mirî ye, zilamekî di şêstan de ye û li bajarokê Erminaz yê Idlibê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst