Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê îsal hem bi serkeftina xwe, hem bi eleqeya alîgiran û hem jî bi firotina formayên xwe nav û deng vedaye.
Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de dilîze.
Tîm niha di rêza duyem de ye û ji bo ku derkeve Lîga Super dilîze.
Encamên baş ên Amedsporê bûne sedem ku roj bi roj hejmara alîgir û hezkirên wê zêdetir bibe.
Ji ber vê yekê jî daxwaza li ser berhemên tîmên û bi taybetî jî daxwaza li ser formayan gelekî zêde bûye.
Ber daxwazan re nagihin
Li gorî şopandina Rûdaw Sportsê, Amedspor ji ber daxwaza zêde ya ji bo kirîna formayan rûbirûyî pirsgirêkan bûye.
Tîm niha ber dirûtina formayên nû re nagihe û bi hezaran alîgir li benda formayan in.
Dîsa li gorî agahiyên Rûdaw Sportsê, daxwaza li ser formayên tîmê çar-pênc qatan zêde bûye û ev daxwaz her ku diçe pirtir dibe û şirketa ku formayan didirû niha hejmara formayan 4 qatan zêde kiriye.
Ji sedî 70yê formayan li derveyî Amedê tên firotin
Tiştekî din ê balkêş ew e ku navê Amedsporê tenê li Amedê nemaye.
Niha tîm li seranserê Kurdistan, Tirkiyeyê û li hemû cîhanê xwedî navekî mezin e.
Berê ji sedî 40ê formayên Amedsporê li Amedê dihatin firotin lê niha guherînên mezin çêbûne û ji sedî 70yê formayan li derveyî Amedê tên firotin.
Piraniya daxwazên ji bo kirîna formayan bi rêya serhêl (online) tên kirin.
Alîgirên ji hemû cîhanê daxwaza formayên tîma kesk û sor dikin.
Ji bo hedefê tenê 6 maç man
Di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de tenê 6 maçên Amedsporê mane.
Tîm dê roja yekşemê (05.04.2026) bi Bolusporê re bilîze.
Amedspor niha bi 2 puanan li pey Erzurumsporê ye.
Heke Amed bibe şampiyon an jî duyem dê rasterast derkeve Lîga Super.
Eger di navbera tîmên 3yem û 7em de cih bigire jî dê derkeve lîstikên play-offê.
Tîma sêyem yekser diçe fînala play-offê.
Tîmên 4em û 7em bi hev re dilîzin û tîmên 5em û 6em jî bi hev re dilîzin û bi hev re tenê maçekê dikin (rovanş nîne).
Her du tîmên ku bi ser bikevin (ji nav tîmên 4,5,6 û 7em) dê bi hev re 2 maçan bikin û kî ji wan bi ser bikeve dê di fînala play-offê de bi tîma 3yem re bilîze.
Tîma dawî ya ku here Lîga Super dê di vê maça di navbera 3yemê lîgê û serkeftiyê tîmên di rêzên 4,5,6 û 7an de were diyarkirin.
Erzurum niha bi 69 puanan yekem e û Amedspor bi 67 puanan duyem e.
Esenler Erokspor jî bi 63 puanan di rêza 3yem de ye.
Eger Amedspor karibe cihê xwe yê niha biparêze yan jî karibe bibe şampiyon dê yekser here Lîga Super.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse