Amedspor bû şampiyon!

04-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bi Menemen Belediyesporê 0-0 ma û bû şampiyon.

Amedspor û Menemen Belediyespor di hefteya dawî ya lîgê de îro saet 15:00an hatin pêşberî hev.

Her du tîm di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digirin.

Alîgirên Amedê ji bo piştgiriya tîma xwe stadyum tije kir.

Amedsporê hema bêje di tevahiya maçê de tîma serwer bû.

Her çiqas Amedsporê hewl da golan biavêje jî lê nekarî û maç 0-0 wekhev bi dawî bû.

Amedsporê bi vê encamê puanê xwe derxist 83yan bû şampiyon û piştî 10 salan derket Lîga 1em a TFFyê.

Piştî ku şampiyoniya Amesporê misoger bû alîgirên Amedspêr daketin kolanan û dest bi pîrozbahiyan kir.

Li aliyê din, Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye îro li deplasmanê bi Arnavutkoy Beledyesporê re lîst û ev maç jî 2-2 wekhev ma.

Kastamonusporê jî bi vê encamê puanê xwe derxist 78an û di rêza duyem de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst