Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê pîrozbahî li Amedsporê kir

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber şampiyoniyê pîrozbahî li Amedsporê kir.

Amedspora di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîst, doh bû şampiyon û derket Lîga 1em a TFFyê.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê pîrozbahî li Amedsporê û Serokê wê Azîz Elaldi kir.

Herwiha TFFyê pîrozbahî li tîma Esenler Eroksporê jî kir ku di Koma Spî ya Lîga 2yem de bûbû şampiyon.

Federosyona Futbolê ya Tirkiyê di peyama xwe de pîrozbahî li serokên herdû tîman kiriye û got:

“Em ji ber serkeftinên wan pîrozbahiyê li Serokê Amedsporê birêz Azîz Elaldi û Serokê Esenler Erokspor birêz Zafer Topaloglu, şandên wan ên teknîkî, lîstikvan û cemawerê wan dikin ku bûne şampiyon û derbasî lîga yekem bûne.

Em di serdema pêşiya me de di lîga yekemîn a Trendyolê de ji wan re serkeftinê dixwazin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst