Vanspor ji maça Bursasporê vekişiya

04-05-2024
RÛDAW
Nîşan Vanspor Serikspor Erokspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vanspora ku di koma xwe de ji bo şampiyoniyê têdikoşê biryar da ku ji maçê vekişe.

Vanspor û Bursapor îro saet 15:00an li Bursayê hatin pêşberî hev.

Her du tîm di Koma Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digirin.

Serikspora di heman komê de biryar dabû ku bi tîma xwe ya U19ê derkevê hemberî tîma lîder Esenler Eroksporê.

Vanspora ku di koma xwe de di rêza 2yem de ye li hemberî vê biryara Seriksporê wekî bertek di xuleka 21ê de ji maça Bursasporê vekişiya.

Vansporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi dirûşma “Li dijî needelatiyê rast bisekine. Ji bo bidawîanîna rojên reş ên futbolê” daxuyaniyek belav kir.

Vansporê îdia kir ku Serikspor ji bo ku Erokspor derkeve Lîga 1ekem a TFFyê ev biryar daye.

Herwiha Vansporê ev biryara Seriksporê wekî ku piştgiriyê dide Eroksporê bi nav kir.

Li aliyê din Vansporê da zanîn ku ew dê li dijî vê "needaletiyê gilî bikin".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst