Fînala dîrokî: Mûş û Mêrdîn tên hemberî hev

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mardinspor Muşspor Mêrdîn Mûş Fînal Lîga 1em
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Koma Sor a Lîga 2yem a TFFyê de maçên nîv-fînalê yên play-offê bi dawî bûn.

Tîmên du bajarên Bakurê Kurdistanê yên Mêrdîn û Mûşê bi penaltiyan zora hevrikên xwe bir û di fînala mezin de bûn hevrikên hev.

Tîma ku di fînalê de bi ser bikeve dê sezona pêş mafê lîstina di Lîga 1emîn de bi dest bixe.

Mûşspor bi penaltiyan derbasî fînalê bû

Mûşspor di maça rovanşê ya tûra 1emîn a play-offê de li stadyuma xwe bi tîma Îzmîrê Aliaga FKyê re lîst.

Maça yekem a her du tîman 1-1 qediyabû. Di maça rovanşê de dema normal û demên zêdekirî bê gol bi dawî bûn.

Mûşsporê di lêdanên penaltiyan de 6-5 zora hevrikê xwe bir û bi vê serkeftina xwe derbasî fînalê bû.

Mardînsporê bi piştgiriya alîgirên xwe bilêta fînalê stand

Di maça din a nîv-fînalê de 1969 Mardinsporê mazûvaniya Kahramanmaraş Istiklalsporê kir.

Maça yekem 0-0 bi dawî bûbû. Di maça duyem de jî wekhevî xera nebû û maç çû penaltiyan.

Tîma Mardînê bi piştgiriyeke mezin a alîgirên xwe di penaltiyan de 6-5 zora hevrikê xwe bir û navê xwe li fînalê nivîsand.

Bi van encaman Mûşspor û Mardinspor tenê serkeftinekê ji Lîga 1emîn dûr in.

Gelo dê fînal li stadyuma Amedsporê bê lîstin?

Piştî diyar bû Mûşspor û Mardinspor dê di fînalê de bên hemberî hev daxuyaniya Serokê Kluba Mardinsporê Ridvan Aşar a ku çend roj berê dabû Rûdawê dîsa ket rojevê.

Aşar xwesteka xwe ya herî mezin a ji bo fînalê anîbû zimên û gotibû:

“Hêviya me ew bû ku tîmên her du bajarên cîran werin pêşberî hev, ev yek pêk hat.

Niha em dê serî li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bidin û daxwaz bikin ku ev fînala mezin li stadyuma Amedsporê, li Amedê bê lîstin.

Ev yek dê hem ji bo herêma me hem jî ji bo biratiya futbolê atmosfereke gelekî xweş çêbike.”

Xelkê herêmê bi kelecaneke mezin li benda fînalê ye. TFF dê di rojên pêş de dîrok û cihê maça fînalê eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst