Devlet Bahçelî heta niha Amedspor pîroz nekiriye

2 demjimêr berê
Nîşan Amedspor Devlet Bahçelî Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî heta vê kêliyê Amedspora ku derket Lîga Super pîroz nekiriye.

Derketina Amedsporê ya ji bo Lîga Super, ne tenê di warê werzişê de di cîhana siyasetê de jî deng vedaye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê CHPyê Ozgur Ozel û gelek wezîr û serokên giştî yên partiyên mixalefetê ji bo serkeftina tîmê peyamên pîrozbahiyê belav kirin lê belê Devlet Bahçelî heta vê kêliyê jî bê deng e.

Bahçeliyê ku wekî “mîmarê pêvajoya nû” tê dîtin li hemberî derketina Amedsporê ya Lîga Super neaxiviye.

Vê bêdengiya wî helwesta wî ya tund a berê ya li hemberî Amedsporê aniye hişê xelkê.

Gotinên Bahçelî yên li ser Amedsporê

Devlet Bahçelî 7ê Adara 2023yan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser Amedsporê axivîbû û gotibû:

"Li gorî me cihekî bi navê Amed tune, mirov nikare behsa tîmeke bi navê Amedsporê jî bike.

Navlêkirina Diyarbakirsporê ya bi rengê Amedsporê li cem me tune tê hesibandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst