Li Cizîrê ji ber bûyerên piştî lîstika voleybolê 3 kes hatin desteserkirin

05-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ji ber bûyerên piştî lîstika voleybolê 3 derketin 3 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê di Lîga Voleybolê AXA Sigorta Efelerê di 19emîn hefteya Sezona Metin Gorgun de, piştî pêşbirka ku Cizre Belediyespor li hember Spor Totoyê 3-2 têk çû, hinek ji temaşevanan bertek nîşanî hakeman dan û pevçûn derket.

Piştî xelasbûna lîstikê ya ku li Hola Werzişê ya Girtî hat li darxistin, alîgirên Cizre Belediyesporê nerazîbûn li hemberî biryara hekeman Fatih Yayla û Ramazan Demiroz nîşan dan.

Polîsan midaxelyê bûyera ku li nava holê derket, kir.

3 alîgirên ku guh nedan polîsan û ji trîbunan derneketin, hatin desteserkirin.

Ji aliyekî din ve alîgirek di dema bûyeran de ji xwe ve çû û ekîbên tendirûstiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst