Mêrdîn (Rûdaw) - Mardînspor niha tenê bihûstekê dûrî Lîga Yekem e.
Tîma serkeftî ya ku di Koma Sor a Lîga Duyem de têdikoşe, cihê xwe di playoffê de garantî kiriye û niha tenê maçek maye da ku lîstina di fînala playoffê de jî misoger bike.
Tîma sor û şîn dê sibe mazûvaniya Fethîyesporê bike. Eger Mardînspor di vê maçê de bi ser keve, dê rasterast derbasî fînala playoffê bibe.
Amadehiyên li Mêrdînê
Tîma Mardînsporê bi moralekî bilind û bi bawerî li tesîsên Zinara Mêrdînê rahênanên xwe yên dawî yên berî maça Fethîyesporê dike.
Mêrdînspor hefteya borî li deplasmana Guzîde Gebzesporê 2-1 bi ser ketibû.
Bi vê serkeftinê puanên tîmê gihîştin 70yî û Alîagaspor li paş xwe hişt û derket rêza duyemîn.
Rahênerê Mardînsporê Bulent Akan li ser armanca tîmê got:
“Ji serê sezonê heta îro, Mardînspor li wî cihê ku heq dike ye.
Gelek maçên giring hatin lîstin û hinek jî hatin windakirin. Ji bo maça sibe piştgiriya alîgirên me gelekî giring e.
Înşalah hedefa me derketina ji playoffê ye.”
Moralê lîstikvanan bilind e
Lîstikvanên tîmê diyar dikin ku wan keda xwe daye û tîm anîne vê astê.
Mardînsporê di 6 maçên dawî de 5 serkeftin bi dest xistine û tenê li hemberî Bursasporê têk çûye.
Lîstikvanê Mardînsporê Yalçin Kilinç got, “Niha enerjiya tîma me gelekî baş e.
Tenê hedefeke me heye, ew jî şampiyonî ye. Em dixwazin vê şampiyoniyê diyarî xelkê Mêrdînê bikin.”
Qelevanê tîmê Omer Kahvecî jî hestên xwe wiha anîn ziman, “Mêrdîn bajarekî qedîm e û xwedî şaristaniyeke dewlemend e.
Ji ber vê yekê li vir lîstina futbolê gelekî bi kêf e. Em ji îhtîmala şampiyoniyê gelekî bi kelacan in.”
Plana fînalê ya li Amedê
Serokê Mardînsporê Ridvan Aşar jî diyar kir ku ew dixwazin di fînalê de li gel tîma cîran Mûşsporê bilîzin.
Aşar daxuyand ku ew bi Serokê Mûşsporê re li ser vê mijarê peyivîne û wan biryar wergirtiye.
Ridvan Aşar ji Rûdawê re got, “Ji bo ku ji herêma me tîmek derkeve, em dixwazin em û Mûşspor derkevin fînalê.
Pêdiviya herêma me bi spor û futbolê heye.
Eger em her du tîm di fînalê de bimînin, em dê serî li federasyonê bidin da ku em fînalê li stadyuma Amedê bilîzin.”
Di Koma Sor de Bursaspor şampiyonî misoger kiriye û niha Mardînspor bi 70 puanan di rêza duyem de ye.
Alîagaspor bi 69 puanan di rêza sêyem de û Mûşspor jî bi 67 puanan di rêza çarem de cih digire.
Maça Mardînspor û Fethîyesporê sibe saet 15:00an li stadyuma Mardînê tê lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse