Amedspor dê Mauro Icardi transfer bike?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Mauro Icardi Galatasaray
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Paşeroja Mauro Icardi ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye mijara sereke ya nîqaşan.

Girêbesta lîstikvanê Arjantînî ya bi Galatasarayê re 30ê Hezîranê bi dawî dibe û heta niha li ser nûkirinê li hev nekiriye.

Li gorî malpera TycSportsê di nav vê rewşê de, Amedsporê daxwazeke surprîz nîşan daye û navê Icardi ketiye lîsteya transferan.

Amedspora ku nû derket Lîga Super dixwaze ji bo sezona 2026-27an Mauro Icardi bike stêrka xwe.

Amedspor dixwaze bi navekî navneteweyî dest bi lîga herî bilind bike û bi vî awayî hem di warê werzişî û hem jî di warê medyayî de hêza xwe zêde bike.

Meseleya meaş û girêbestê

Mijara girêbesta lîstikvanê berê yê Paris Saint-Germainê xala sereke ye. Dan û standinên bi Galatasarayê re ji ber nakokiyên darayî sar bûne.

Galatasarayê ji bo nûkirina girêbestê daxwaz kiriye ku meaşê Icardi ji sedî 50 were kêmkirin.

Niha meaşê Icardi salane nêzîkî 12 milyon dolarî ye û lîstikvan naxwaze meaşê wî were kêmkirin.

Ji ber ku di qonaxa dawî ya sezonê de Icardi kêm lîst, îhtimala derketina wî ya ji tîmê xurttir bûye.

Tîmên din jî li pey wî ne

Ji bilî Amedsporê, çend tîmên din ên wekî Juventus, Milan, Napoli, Elche, Oviedo û tîma Americayê ya Meksîkayê jî çavê xwe li Icardi sor kiriye. Her wiha navê wî bi tîma River Plateyê re jî hatibû qalkirin.

Lê belê daxwaza Amedsporê wekî bijardeya herî balkêş derket pêş.

Di vê mijarê de ne tenê werziş, biryara malbatê jî giring e.

Icardi û hevjîna wî Eugenia Suarez dê biryarê bidin ka dê bare bajarê Amedê bikin yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst