کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Werziş

Amedspor îro derdikeve lîstika ‘man û nemanê’

Mehdî Mutlu

Mehdî Mutlu

08-03-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu08-03-2020

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.

Nûçeyên Têkildar

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?
Werziş22-11-2026

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir
Werziş22-11-2026

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû
Werziş21-11-2026

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû

Amed (Rûdaw) - Amedspor û Pendîksporê îro li yarîgeha Amedê tên hemberî hev û ev lîstik ji bo Amedsporê lîstika man û nemanê ye.

Çi cezayên ku ji aliyê Federasyona Futbolê ve lê têne birîn û çi jî êrîşên di yariyan de lê têne kirin niha Amedsporê di nav 18 tîman de daxistiye rêza 15an û tenê 28 xalên wê hene.

Amedspor vê hefteyê li Stadyûma Amedê dê bi Pendîksporê re rikeberî bike û ev yarî herwisa çarenûsa Amedsporê jî diyar dike.

Ev yekşem ji bo Amedsporê rojekî girîng e; lewre yariya wê û tîma Pendîksporê ew ê li Yarîgeha Amedê were lîstin, ev yarî yariya man û nemana Amedsporê jî tê dîtin.

Serpereştê Tîma Amedsporê Mansûr Çalar bang li alîgirên tîma xwe dike û dibêje, “Bila di yariya me û Pendîksporê de me bi tenê nehêlin, lewre ev yarî ji bo me gelek girîng e û heke em bi serkevin dibe ku ji me re bibe destpêkeke nû.”

Bi qasî tîmê alîgirên Amedsporê jî xwe ji bo yariya Pendîksporê Amade kirine; Pendîkspor di rêza 8 an de ye û 36 xalên wê hene; lê alîgirên Amedê bi tîma xwe bawer in ku ew ê biserkeve.

Alîgirekî Amedsporê yê bi navê Îhsan Çetînkaya dibêje, “Roja yariya me û Pendîksporê roja me ye em bang li hemû hezkêriyên Amedê dikin.”

Alîgirekî din ê bi navê Yilmaz Eren jî tekez dike, “Roj roja xwedîlêderketina tîma me ye, em çaverê ne ew roj herkes amade be.”

Ji aliyeke din ve sazî, komele û rêxistinên wek Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, Borsaya Bazirganiyê, Baro, sendîkayên karkeran, komeleyên navçeyan heta komeleya Şêx Seîd ji bo piştgiriyê li hev kom bûn û helmetek piştgiriyê ji bo Amedsporê dane destpêkirin di vê helmetê de armanc ew e ku 212121 ormayên Amedsporê bêne firotin.

Serokê Amedsporê Metîn Kilavûz jî dibêje, “Di rojek wiha dîrokî de ew dostên me yên ku Amedsporê bi tenê nehîştine gelek spas ji bo we.”

Beşdarên helmeta ji bo piştgiriya Amedsporê pê bawer in ku Amedspor ne tenê tîmeke futbolê ye ew xwedî mîsyoneke giran e.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya dibêje, “Divê were zanîn Amedspor tîmeke fûtbolê ye û bi milyonan alîgirên wê hene, alîgirên vê tîmê xwedî li tîma xwe derdikevin, ev peyama me ya sereke ye.”

Serokê Komeleya Karsazên Tekstîlkar a Rojhilatê Başur Mehmet Dalkiran dibêje, “Heta niha me çawa piştgiriya tîma xwe dikir; ji vir şûnda jî emê her piştgirên Amedsporê bin.”

Amedspor tîma bajarê Amedê ye ku di lîga 2emîn de dilîze, ji ber ku xwe wek tîmeke Kurdî dibîne ji futbolê zêdetir navê wê li Tirkiyeyê polîtize bûye, di 2 salên dawî de her têk diçe û zext û fişar li ser zêde dibin.

Lîstika Amedspor-Pendîksporê jî ku ji bo Amedsporê xwedî girîngiyeke zêde ya û weke lîstika ‘man û nemanê’ tê dîtin, dê îro demjimêr 14.00an li yarîgeha Amedê birêve biçe.

Nûçeyên Têkildar

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?
Werziş22-11-2026

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir
Werziş22-11-2026

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû
Werziş21-11-2026

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû

Pirsên