Amedspor ji bo xewna bi milyonan li Stenbolê ye

17 demjimêr berê
Saman Wilatjêrî
Nîşan Amedspor Erokspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor yek ji maçên herî girîng ên vê sezonê dilîze û bi serketina di vê maçê de, ew dê gaveke gelekî mezin ber bi Lîga Super ve biavêje.

Di heftaya 34an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, Amedspor îşev saet 20:00î li Stenbolê dibe mêhvanê Eroksporê û her du tîm ji bo bidestxistina rêza duyemîn hevrikiyê dikin.

Amedspor di formeke gelekî baş de ye. Di 12 maçên xwe yên dawî de ti carî têk neçûye, di 5 maçên dawî de bi ser ketiye û tenê golek xwariye.

Ev maç ji bo Amedsporê gelekî girîng e û bi milyonan alîgirên wê yên li Kurdistan û cîhanê li benda encama vê maçê ne.

Niha di navbera Amedspor û Eroksporê de 4 puan ferq heye.

Bi serketina di vê maçê de, ferq dê bibe 7 puan.

Bi vê yekê re, tîma Bakurê Kurdistanê dê gaveke mezin ber bi Lîga Super a Tirkiyeyê ve biavêje ku lîga herî bilind a futbolê ya Tirkiyeyê ye.

Di maça ewil de ku li stadyuma Amedê hatibû lîstin, Amedspor bi encama 2-1 li hemberî Eroksporê bi ser ketibû.

Armanca wê ew e ku îşev jî li deplasmanê heman encamê bi dest bixe.

Lîstikvanên Amedsporê çarşemê rahênana xwe ya dawî li stadyuma xwe kir û pişt re bi moraleleke bilind berê xwe da Stenbolê.

Hemû lîstikvan ji bo vê maça girîng û bi hêz amade ne.

Tîma Erokspor di 5 maçên xwe yên dawî de 2 caran bi ser ketiye, di maçekê de wekhev maye û 2 maç jî têk çûye.

Amedspor dixwaze ji vê rewşa ne aram a tîma rikaber sûdê werbigire da ku zêdetir nêzîkî Lîga Super bibe.

Gav bi gav ber bi Lîga Super ve

Eger Amedspor di maça îşev de bi ser bikeve, dê 4 maçên wê yên lîgê bimînin û dê ferqa puanan a bi rikaberê wê yê sereke re bibe 7.

Wê demê, bi du wekheviyan an jî bi serketineke din, Amedspor dê serkeftina xwe ya ji bo Lîga Super sezona bê misoger bike û bêyî ku li benda encamên Eroksporê bimîne derbasî lîga bilind bibe.

Eger ev yek pêk were, armanca Amedsporê dê êdî ne tenê derbasbûna Lîga Super be û ew dê ji bo bidestxistina nasnavê şampiyoniya Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê rikaberiyê bi Erzurumsporê re bike ku niha bi 2 puanan li pêş e û di rêza yekem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst