Amedsporê bangî alîgiran kir: Kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Burç Baysal Mehmet Kaya Pişgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê bi armanca peydakirina piştgiriyê ji bo klubê dest bi kampanyayeke SMSê ya berfireh kir.

Kampanya li Tesîsên Şehmus Ozer ên Amedsporê ji raya giştî re hat nasandin.

Di civîna nasandina kampanyaya piştgiriyê de; Serokê Amedspor Burç Baysal, Serokê Desteya Şêwirmendiyê ya Bilind Mehmet Kaya, desteya teknîkî û futbolîst amade bûn.

"Armanca me 50 milyon Lîreyên Tirk e"

Serokê Amedspor Burç Baysal di civînê de diyar kir ku kampanyaya ku demeke dirêj e tê plankirin, niha tê bicihkirin û armanca wan 50 milyon Lîreyên Tirk e.

Burç Baysal wiha pê de çû, "Em wekî malbata Amedspor, ji bo nasandina kampanyaya SMSê ya ku em bawer dikin dê ji bo kluba me bibe piştgiriyeke girîng, me hûn vexwendin vir.

Em ji ber sedemên teknîkî gelek salan bû ku me nikarîbû destûra bexşînê bi rêya SMSê bistînin.

Hewldanên ku ji aliyê birêvebiriya berê ve hatibûn destpêkirin, di dema me de bi encam bûn û îro kampanyaya me bi awayekî fermî dest pê kiriye.

Me bi her sê operatorên mobîl ên mezin ên li Tirkiyeyê re peyaman îmze kirine.

Dê mimkun be ku ji hemû operatoran bi heman kodê piştgirî were dayîn.

Em bangî hemû hevalên ku dilê xwe dane kluba me dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.

Ez hêvî dikim kampanyaya me ji bo civaka Amedspor bi xêr be."

"Amedspor tîma gel e"

Serokê Desteya Şêwirmendiyê ya Bilind a Amedspor Mehmet Kaya jî di danasînê de axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku Amedspor bi piştgiriya gel gihiştiye vê astê û got:

"Xwediyê Amedspor gel e. Ev klub bi piştgiriya gel mezin bûye û îro di armanca Lîga Super de gihiştiye pozisyoneke girîng.

Ji bo ku em bigihêjin vê armancê pêdivî bi hêza aborî heye.

Me di kampanyayên bi vî rengî de her tim gelê xwe û karsazên xwe li cem xwe dîtine.

Bi taybetî em ji 25 hezar endamên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) li bendê ne ku piştgiriyeke xurt bidin vê kampanyayê."

Alîgir dê bikaribin bi heman kodê piştgiriyê bidin

Di çarçoveya kampanyaya SMSê ya ku Amedsporê daye destpêkirin de, dê alîgir bi rêya her sê operatorên mezin ên Tirkiyeyê, bi bikaranîna heman koda kurte-peyamê bikaribin piştgiriyê bidin kulubê.

Amedsporê di çarçoveya kampanyayê bi qasî 50 milyon lîreyên Tirk hedefa bexşandinê daye ber xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst